Li Fransayê, di 27’ê hezîranê de zarokê cezayîrî Nahel M (17) bi hinceta ku pîvanên trafîkê bin pê kiriye ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Cenazeyê Nahel M. roja Şemiyê li banliyoya Nanterre ya Parîsê bi merasîmekê hate veşartin. Ev bû sedem ku li Fransayê xwepêşandanên mezin ên şermezarkirinê bên lidarxistin û bûyerên tundiyê derkevin.
Di şeva pêncemîn de jî xwepêşandan berdewam kirin û bi giranî li bajarên Parîs, Marsîlya û Nîce hatin lidarxistin. Li gorî bîlançoya ku Wezareta Karên Hundir a Fransayê ragihand, bi sedan jê li Parîsê bi giştî 719 kes hatin binçavkirin. Di şeva În-Şemiyê de 1.311 kes, di şevek beriya wê de jî 875 kes hatibûn binçavkirin.
Bûyerên şewitandinê tevahiya şevê dewam kirin. Şaredarê banliyoya L’Hay-les-Roses Vîncent Jeanbûrn ragihand ku bi wesayiteke şewitî êrîş li mala wî hatiye kirin û zarok û hevjîna wî birîndar bûne.
Bûyer li kolana navdar a Parîsê Champs-Elysees jî belav bûn. Bi dehan kes li derdora vê kolanê hatin binçavkirin. Li nêzî kolanê êrîş li ser gelek wesayitan hate kirin. Bûyer li paytextê û banliyoyên wê şevê dewam kirin.
Li bajarê Brestê şaxeke Renaûltê hate şewitandin. Li Rennesê xwepêşandêr û polîsan şer kirin. Li Marsîlyayê bi dehan kes ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatin binçavkirin.
577 wesayît û 74 avahî hatin şewitandin
Li gorî bîlançoya Wezareta Karên Hundir a Fransayê, di şeva pêncemîn a xwepêşandanan de 45 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûne. Şevek beriya wê jî 79 kes hatibûn birîndarkirin.
Li gorî daxuyaniyê, li ser rêya cemaweriyê 871 bûyerên şewitandinê qewimîn, 577 wesayît û 74 avahî hatin şewitandin. Bi giştî êrîş li ser 10 qereqolên polîsan, 10 leşkergeh û 6 nuqteyên polîsan ên şaredariyê hatine kirin.
Serhildan belavî Swîsreyê jî bûn
Li gorî medya Swîsreyê, bûyerên mîna yên li Fransayê li navenda bajarê Lozanê yê Swîsreyê jî qewimîne. Hate ragihandin ku ji bo serhildanan bangewazî li ser medya dîjîtal ên Snapchat û Tîktokê hatiye kirin û danê nîvro êrîş li gelek firoşgehan hatiye kirin.