24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li faîlên Can û Kaya pirsîn

Bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan li Colemêrgê di hefteya 163yan, li Amedê di hefteya 837wan û li Êlihê jî di hefteya 673yan de li aqûbeta windayan hat pirsîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin ba hev.

Li Colemêrgê di hefteya 163yan de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê, kom bûn. Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û xizmên windayan wêneyên qurbaniyên di bin çavan de hatine windakirin, hildan.

Di çalakiyê de faîlên Mehmet Zekî Yilmaz hatin pirsîn ku 25ê Sibata 1994an di bin çavan de hate kuştin.

Di çalakiyê de peyam hat dayîn ku heta hesab ji faîlan tê pirsîn, wê têkoşîn bidome.

Amed

Li Amedê jî çalakvan di hefteya 837an de li Parka Koşuyolu hatin ba hev û faîlên parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya yên di sala 1993yan de hatine kuştin, pirsîn.

Piştre, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Êlih

Li Êlihê xizmên windayan di hefteya 673yan de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên qurbaniyên di bin çavan de hatine windakirin, hildan. Di çalakiyê de çîroka parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya hate xwendin.

Daxuyaniya li vir jî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.