Dewleta tirk a dagirker ji bo têkoşîna mafdar a gelê Kurd krîmînalîze bike li welat û derveyî welat di nava siyaseteke qirêj de ye. Bi taybetî ji bo PKK’ê di lîsteya “rêxistinên qedexekirî” de bigre çi ji destê wê tê dike. Gelek welatên cîhanê bi taybet jî weletên endamê NATO’yê ne ku bi siyaseta şer hebûna xwe li ser gelên herêmê ferz dikin, di vê mijarê de herdem bûne hevalbendên dewleta dagirker.
Bi vê mijarê ve girêdayî roja 22’yê hezîranê ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên qedexekirî” were derxistin li Dîwana Edaletê ya Ewropa Luksembûrgê dozeke girîng pêk hat. Parêzerên PKK’ê dîsa hemû îdiayên Konseya Ewropayê yên dijber pûç kirin û xwestin PKK ji vê lîsteyê were derxistin.
Doz li Dîwana Edaletê ya li Luksembourgê 8 sal in dewam dike. Li aliyekî dozên Yekitiya Ewropa, Konseya Ewropa û Komîsyona Ewropayê hene, li aliyê din jî PKK heye. Ji ber vê yekê, ev doz wek şerê qanûnî yê di navbera PKK û Konseya Ewropayê de tê dîtin. Di haman demê de ev doz ji bo Ewropa ya ku qaşo xwe pêşengê “hiqûqa mordern” û “alîgirê mafê mirovan” dibîne jî ezmûnek e. Ji aliyê din ve, ev doz ji bo PKK’ê ya ku têkoşîna azadiya gelekî dide meşandin jî girîng e.
Tevgara Azadiya Kurdistanê di têkoşîna xwe ya nêzî 50’î salan de herdem li gor pîvanên navneteweyî û hiqûqa gerdûnî tevgeriyaye. Di bin çavdêriya saziyên navneteweyî de ev payman îmze kirine. Di şerê xwe yê azadiyê de jî herdem li gor van peymanan tevgeriyaye. Lê aliyên PKK xistine vê lîsteyê jî di ferqa vê de ne ku biryar biryareke siyasî û li gor berjewendiyên dewletên herêmî hatiye dayîn. Ji ber van rastiyan doza ku hat dîtin girîng û bi wate bû.
Di rûniştinê de parêzera holandî Tamara Buruma nûnertiya PKK’ê kir û bal kişand ser polîtîkaya qirkirinê ya ku dewleta tirk li ser gelê kurd ferz dike. Dewleta tirk ya ku hewl dide têkoşîna azadiya neteweyekê reş bike, li dijî herêmên kurdan jî bi rojan e sûcan pêk tîne. Ji Efrînê heta Kelar, Mexmur, Şengal û Behdînanê gelê kurd dike hedef û pêşengên civakê şehîd dixe.
Tevî ku li gor peymanên navneteweyî ev êrîş hemû sûc in jî li hemberî wan bêdengiyek heye. Bêndengiya li hemberî van sûcên dewleta dagirker li dijî PKK’ê ango tevgera Azadiya Gelê Kurd vediguhere qedexe, astengkirin û siyaseta kîrîmînalîzekirinê. Ev jî dide diyarkirin ku li van welatan jî hiqûq ango edalat çiqasî bi pêşveçûnên siyasî ve girêdayî bi rêve diçe.
Li dijî êrîş, zext û bêedaletiya heyî, parêzeran yek bi yek rastiya têkoşîna mafdar a PKK’ê vegotin. Bêguman kesên ku van sûcan li ser Tevgera Kurd bar dikin jî di ferqê de ne ku îdîayên dewleta tirk hemû pûç û vala ne.
Lê ji ber li ser masê peymanên berjewendiyên siyasî, aborî û leşkerî hene têkoşîna azadiya gelekî dikin qurban. Naxwe ew jî dizanin ku PKK’ê bi çi dek û dolaban xistine lîsteya qedexekirî.
Di dozê de biryara dadgeha bilind a Belçîkayê ya ku “PKK ne rêxistineke terorîst e, lê aliyekî şer e” jî hate bibîrxistin. Rast e, PKK aliyekî şer e. Di navbera dagirkeran û azadîxwazan de şer heye û PKK di vî şerî de aliyek e. Lewma ger ev şer bê nirxandin û li gor sûcên di vî şerî de alî bên tewambarkirin divê sûcên dewleta tirk jî werin destnîşankirin û li gor wê helwest bê danîn. Di vê mijarê de jî hiqûqa navneteweyî dîsa alî digre û hevalbendê xwe pîr û pak dide nîşandan. Lê di rastiyê de ew jî dizane ku siyaseta Enqereyê ne wisa bêsûc e.
Di dozê de piştî aliyan axaftinên xwe kirin û şûn ve di nirxandinên serokê dadgehê de jî hat fêmkirin ku ne tenê gêlê kurd û dewleta tirk, hemû cîhan vê dozê dişopîne. Rast e, ev doz ne dozeke ji rêzê û biçûk e.
Doza azadiya neteweyekê ye. Lewma îro hemû tevgerên li seranserî cîhanê têkoşîna azadiyê didin meşandin vê dozê ji nêz ve dişopînin. Ev doz di têkoşîna li dijî zilm û zordariya dagirkeran de xwedî roleke girîng û bi wate ye. Encama vê dozê wê li ser pêşveçûna têkoşîna azadiya gelan jî bandora xwe hebe.
Di dîroka cîhanê de herdem em bûne şahidê şerê di navbera azadîxwaza û dagirkeran. Herdem hatiye dîtin ku zû-dereng li dijî dagirkeriyê têkoşîna gelan bi ser ketiye. Lewma ji encama vê dozê zêdetir ya girîng baweriya gelan ya bi têkoşîna azadiyê ye. Ev doz ezmûneke girîng ya hiqûqa Ewropayê ya li dijî zordarî û zilmê ye. Ji ber vê yekê ger civaka Ewropa, bi rastî xwedî li heq û hiqûqê derdikeve, divê li dijî vê siyaseta qedexekirinê piştgiriya kampanyeya derxistina PKK ji “lîsteya rêxistinên qedexekrî” bike.