Wek ku tê zanîn di 10’ê cotmeha 2023’yan de pêngavên gelek girîng hate destpêkirin. Pêngava “Dem dema azadiyê ye“ ku bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsa kurd re çareserî“ (Freedom for Ocalan – A political solution to the Kurdish question) bi awayekî berfireh berdewam dike. Ji roja 10’ê cotmehê heta îro hema bêje li seranserê Kurdistan û cîhanê her roj çalakî pêk tê. Roja 10’ê cotmeha 2023‘yan ji bo gelê kurd rojek dîrokî ye. Ji ber ku ji Srî Lanka bigire heta Denîmarka, ji Afrîkaya Başûr bigire heta Fîlîpîn, ji Îspanyayê bigire heya Amerîkaya Latîn li 4 parzemînan di heman rojê de pêngavek hate destpêkirin. Pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsa kurd re çareseriya siyasî di serî de li Ewropa, tevahiya Kurdistan bi heybetek mezin berdewam dike.
Ev pêngav armanca wê çi ye û çima ewqas girînge?
Wek ku tê zanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 24 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîdeke mezin de ye. Li rex vê tecrîda giran nêzî 3 sal in ku ne parêzer û ne jî malbat dikarin hevdîtinekê pêk bînin. Ev jî bêguman fikarên derheqê jiyana Abdullah Ocalan de jî zêde dikin. Her çiqas Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji nû ve darizandina birêz Ocalan xwestibe jî, dewleta tirk bi awayekî tund li dijî vê biryara dadgehê derdikeve. DMME’yê dewleta tirk sûcdar kiribû ku bi awayekî adil nehatiye darizandin û biryar dabû ku dadgeha tirk ji nû ve darizandinê bike. Her wiha ji nû ve “berçav derbaskirina“ doza birêz Ocalan xwestibû.
Lê wek doza Demîrtaş û gelek girtiyên din jî, dewleta tirk bi awayekî aşkera li hemberî biryara DMME’yê derdikeve. Bi vê dij-derketinê dewleta tirk cardin sûcekî nû li dosyaya xwe zêde dike. Bi awayekî vekirî dijberiya xwe li hemberî biryarên DMME’yê dide nîşan. Em baş dizanin ku di bingeha vê de dijminahiya li dijî kurdan heye. Lê tişta sosret ew e ku Yekitiya Ewropayê û hemû saziyên girêdayî wê wek CPT û DMME çima ewqas bêdeng in û bêtevgerin?
Tam li vir em xwe digihînin armanca vê pêngavê. Armanca vê pêngavê ne tenê ew e ku tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan rabe. Her wiha gelê kurd û dostên wan yên her çar aliyên cîhanê dibêjin: Êdî dem dema azadiya Abdullah Ocalan e!
Pêngavek ango çalakiyek ewqas mezin ku li 4 parzemînan bi hezaran sazî, rewşenbîr, akademîsyen, rojnamevan, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên mafên mirovan, fîlozof, kesên xelata Nobelê wergirtine, saziyên jin û ciwanan, rêxistinên herêmî û bi dehan kesayetên navdar tevlê bûne, li tu devera cîhanê ne hatiye dîtin. Çalakiyên wisa berfireh ne ji bo Mandela, ne ji bo Gandhî hatin kirin. Ji bo wê jî ev pêngav ji bo gelê kurd ne pêngaveke dem-kurt e, ev pêngavek stratejîke ku heya bigihêje armanca xwe ango bigihêje azadiya fizîkî ya birêz Ocalan divê were domandin.
Em di demek guncav de derbas dibin ku azadiya birêz Ocalan pêkan e, lê divê ev pêngav bêwestan berdewam bike. Têkiliyên bi van sazî û kesayetên li jor jimartî divê were pêşde xistin. Bi van dost û hevalên kurdan re mirov dikare zextên giran li ser dewletên wan û bi taybet li ser Yekitiya Ewropayê bike. Çawa şoreşa Jin Jiyan Azadî zimanê wê kurdî bû, nav û motora wê pêngava azadî ji bo Abdullah Ocalan – ji pirsa kurd re çareseriya siyasî jî kurd û kurdî ye.
Mixabin em dibînin ku di nava kurdan de jî û di nava rêxistin û partiyên kurdan de jî – hîna têgihîştinek baş tuneye ji bo vê pêngavê yan jî rola birêz Ocalan. Ji bo wê jî dixwazim carek din girîngiya vê pêngavê bînim ziman:
Bi tecrîdê re şer jî giran dibe
Bi milyonan kurd û her wiha tevgera wê ya azadiyê aşkera xuyakirine ku kesê karibe vî şerî bi dawî bike û aştiyê bîne ew jî birêz Ocalan e. Me gelek caran dît ku dema bi birêz Ocalan re hevdîtin û muzakere pêk dihatin hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn ‘aramiyek’ serwext bû. Kengî tecrîd li ser birêz Ocalan giran dibe, şer giran dibe, zextên siyasî li ser kurdan zêde dibin, dewleta tirk êrîşî Rojava û Başûr dike. Ev jî baş xuya dike ku ‘mifteya aştiyê / kilîta azadiyê’ di destê birêz Ocalan de ye ku gelê kurd ew ji xwe re wek Rêber dîtiye û pejirandiye. Ji bo wê azadiya birêz Ocalan ewqas girîng e. Bi azadbûna Abdullah Ocalan – dîsa dikare rê li ber muzakereyan vebe, rê li ber aştî û aramiyê vebe. Bi vî awayî jî pirsgirêka kurd dikare wisa were çareserkirin. Sedema girîngiya vê pêngavê jî ev e.
Gava duyem legalîzekirina PKK’ê ye
Pêngava duyem a li ku Ewropa niha destpê bûye jî derxistina PKK ji “lîsteya terorê” û legalîzekirina hemû sazî û rêxistinên kurd ên li Ewropayê ne. Ez bawer im ne hewce ye ku em bînin ziman ku sedema xistina PKK’ê ya “lîsteya terorê” tenê û tenê ji bo hevkariya bi dewleta tirk re bû. YE’yê li ser pişta kurdan bazarên qirêj meşandin û ji bo dilê dewleta tirk nemîne bi dehan sal in kurdên li derveyî welat kirîmînalîze dikin. Ev jî ne tenê neheqiyek mezin e.
Her wiha şermek mezine ji bo demokrasiya Ewropayê. Di salvegera 46’emîn a PKK ê de divê kurdên Ewropayê vê pêngavê bi serkeftin bi dawî bikin. Ev pêngav û çareserkirina pirsgirêka kurd bi hev girêdayî ne. Dema kirîmînalîzekirina kurdan bi dawî bibe, kurd li Ewropayê bi awayekî fermî werin naskirin û pejirandin. Wê ev rastî zextan li ser dewletên wek Tirkiyeyê bike da ku pirsgirêka kurd çareser bike yan jî ew ê rê li ber çareserkirina pirsgirêka kurd veke.
Kurdên Ewropayê divê kirasê îllegal ji xwe bikin û hemû sazî û dezgeyên xwe fermî bikin. Karên xwe fermî bimeşînin, komeleyên xwe fermî bikin û fînanse bikin. Bi vê wê hêza kurdan a lobî û siyasî jî mezintir bibe.
Em dibînin ku çarenûsa gelê kurd bi azadiya Abdullah Ocalan û bi tekoşîna PKK’ê ve girêdayî ye. Ger ev herdu pêngav bigihêjin armanca xwe, azadiya kurd û Kurdistanê jî pêkan dibe.