Şaredariya Erxeniyê, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan a Navneteweyî de, ji bo hişyarkirina li dijî tundiya li ser jinan û pêşxistina hevgirtina jinan, çalakiya çandina daran li dar xist.
Çalakiya ku ji hêla Rêveberiya Xizmetên Jinan û Malbatê ve hat organîzekirin, hevşaredar Bîrsen Azak Bayar, endamên meclîsa jinan û gelek jin beşdar bûn. Di çarçoveya çalakiyê de, şaredariyê darên oya û çinarê li parka ku niha li taxa Bagurê tê çêkirin çandin.
Hevşaredar Bîrsen Azak Bayar di çalakiyê de axivî û hêviya xwe ji bo cîhanek ku jin tu cureyê tundiyê nebînin û neyên kuştinê anî ziman.
