Meclisa Mezin a Tirkiyeyê di fermiyetê de nûnertiya hemû gelên Tirkiyeyê dike. Gelê Tirkiyeyê ji hemû bajaran wekîl şandine Meclisa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM). Wekîlên ku hatine hilbijartin û nûnertiya gelê Tirkiyeyê dikin, hem di fermiyetê de û hem jî di pratîkê de divê bibin deng û vîna gel. Divê hemû pirsgirêkên aborî, siyasî, civakî, tenduristî, perwerdehî, jin, ciwan, çand, ziman û ekolojîk bibînin û di bin baneyê meclisa mezin de çareser bikin. Lê piraniya wekîlên hatine hilbijartin, ji ber ku vê erka xwe pêk bînin, gelek pirsgirêkên siyasî, civakî, darazî nakevin rojeva meclisê. Nabin rojeva meclisê. Gelek pirsgirêkên ku parlamenterên DEM Partiyê bi pirsnameyan di civînan de tînin rojevê jî, zêde ji aliyê partiyên din ên ku komên wan li meclisê ve nayên dîtin. Ji ber vê yekê mirov nikare bibêje meclis li gorî rol û rista xwe tev digere. Ji armanca xwe dûr e. Meclis halê hazir xizmeta civakê nake. Nûnertiya civaka demokratîk nake. Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd di gelek hevdîtin û daxuyaniyên xwe de balê dikişîne ser rol û rista meclisê û peyvira wê.
Şandeya DEM Partiyê di 28ê kanûna 2024an de dema çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, wê demê Rêber Abdullah Ocalan nexşerêyeke ku ji 7 xalan pêk dihat pêşkêş kir. Xwest DEM Partî bi hemû partî, rêxistinên civakî û saziyên demokratîk re hevdîtinê bike û wan tev li pêvajoya çareseriyê bike. Rêber Abdullah Ocalan 8 meh berê ji hemû partî, rêxistinên demokratîk, saziyên civakî, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û pêşengên civakê xwest ku erk û berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Xwest her kes bi rist û erka xwe rabin.
Rêber Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de li aliyekî bang li hêzên sivîl û demokratîk kir û xwest erka xwe pêk bînin, li aliyekî bang li hêzên siyasî û meclisê kir, li aliyê din jî bang li PKKê kir. Ji PKKê xwest ku xwe fesix bike û dawî li têkoşîna çekdarî bîne. PKKê li ser vê bangê di 5-7ê Gulana 2025an de 12emîn Kongreya xwe pêk anî û biryara radîqal da. Got ‘Em xwe fesix dikin û dawî li têkoşîna şerê çekdarî tînin’ Rêber Abdullah Ocalan dîsa di 9ê Tîrmehê de bang kir û got: “…Hebûn hate naskirin, lewma armanca sereke jî pêk hatiye… …Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê…” Rêber Abdullah Ocalan di vir de balê dikişîne ser hêza siyaseta demokratîk û rista civaka demokratîk.
Rêber Abdullah Ocalan li vir rêya çareseriyê nîşanî me hemûyan dide. Li vir divê em hemû hev temam bikin û hêzê bidin hev. Divê em karibin bi rexneyên xwe meclisê arasteyî rêya rast bikin. Divê em bi pêşniyarên xwe karibin hêzê bidin komîsyona li meclisê.
Eger ev komîsyona ku hatiye avakirin deng, rexne û pêşniyarê civakê nebihîze, wê demê em dikarin bêtir ji nêzîk ve daxwaz, pêşniyar û rexneyên xwe bikin. Yanî em hemû nûnerên saziyên civakî, rêxistinên demokratîk dikarin li pêş meclisê Konê Aştî û Civaka Demokratîk vekin. Em li vir dikarin bêtir ji nêzîk ve xebatên komîsyonê bişopînin û wê araste bikin. Em dikarin bêtir daxwaz û pêşniyarên xwe bi dengê bilind bi raya giştî ya cîhanê re jî parve bikin. Nexwe em her yek li malên xwe û saziyên xwe daxwaz û rexneyên xwe bînin ziman ew nayê bihîstin û li ber çavan nayê girtin. Wê demê em deng, daxwaz û rexneyên xwe di Konê Aştî û Civaka Demokratîk a li Enqereyê de bi rêxistin bikin û hêza xwe mezin bikin.