12 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Êlihê jinan 8ê Adarê pîroz kirin

Li Êlihê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi tevlîbûna bi hezaran kesan şahî hat lidarxistin

Li Êlihê 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi tevlîbûna bi hezaran, li Parka Jinan a 8ê Adarê hat pîrozkirin. Di saetên siharê yên zû de, jin bi alên TJAyê, tilîlî û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hatin qadê. Li qadê pankarta “Li hemberê qirqirina jinê em ê serî rakin em ê azadiyê ava bikin” û dovîzên “Berxwedan dewam e, ji azadiyê re silav”, “Ji xwediyê hêza teorîk û pratîkê re silav”, “Rojava berhemê fikir û îradeya azad e” û “Jin Jiyan Azadî” hatin hildan.

Li ser navê Komîteya Amadekar Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî û got ku jin pêşengiyê ji pêvajoya aştiyê re dikin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu wiha got: “Divê desthilatdarî bi samîmî nêzî banga ji bo civaka demokratîk û azadîxwaz hatî kirin, bibe. Jin wê ji bo avakirina vê aştiyê, têbikoşin.”

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Meyaser Akdag jî got: “Desthilatdarî divê gaveke samîmî bavêje û birêz Ocalan berde. Silav ji bo jinên ku berxwedana 8ê Adarê li cîhanê mezin kirine.”

Aktivîsta TJAyê Saliha Ayata diyar kir ku jinên kurd ên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, tarîtî veguherandine ronahiyê.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî ev tişt got: “Têkoşîna azadiya jinê têkoşîneke qedîm e. Avakirina çêkereke wekhev, azad û demokratîk bi pêşengiya jinan dibe. Sîstema desthilatdariya mêr bi êrîşkirina ked û nasnameya jinê, hewl dide xwe ava bike. Şoreş bi pêşengiya jinan li Rojava pêk hat.”

Di mîtîngê de peyama Rêber Apo ya ji bo 8ê Adarê jî hate xwendin. Aktîvîsta TJAyê Fatma Ablay Kurdiya peyamê, aktivîsta TJAyê Rûken Zeryam Işik Yildiz jî Tirkiya wê xwend.

Mîtîng bi stranên hunermend Xecê bi dawî bû.