Piştî qeyûm taşînî şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê kirin, çalakiyên gel berdewam dikin. Li Êlihê bi hezaran welatî kom bûm û meşek girseyî lidar xistin. Piştî meşê ciwan li kolanên Êlihê belav bûn û heta derengê şevê çalakî li dar xistin. Ciwanan li kolanan agir pêxist û rê li trafîkê girtin. Ciwanên ku li kolanan belav bûn li taxên Hîlal, Karşiyaka, Petrolkent, Baglar, Cudî Petrolê kom bûn rê li trafîkê girtin û agir pêşistin. Ciwanan di çalakiyan de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “PKK gel e, gel li vir e” berz kirin.
Ciwanên ku agir pêxistin, li dijî êrîşên polîsan ên bi TOMA û guleyên plastîk, heta derengê şevê li ber xwe dan.