Li taxa Girbereşk a Êlihê, di nav malbata Akin de li ser arazî şerekî çekdarî derket. Di şer de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, destpêkê di nav malbatê de li ser arazî nîqaş derketiye û piştre di navbera ferdên malbatê de şer derketiye. Di şer de Mehmet Şîrîn Akin (40) Asker Akin (53) û Sadik Akin (60) jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê wan rakirina morga Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Kesên birîndar jî li nexweşxaneyên bajar tedawiyên wan tên kirin.
Hat ragihandin ku polisan têketin û derketina taxa Girbereşk kirine bin kontrola xwe û li nexweşxaneyên li bajar jî bergiriyan girtine.