14 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê talana çeteyên Tirkiyeyê

Li Efrînê êrişên talankirina xwezayê bi destê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê berdewam dike. Tirkiye li aliyekê dixwaze hêza kurdan belav bike û li aliyê din çeteyên êrişî kurdan û xwezaya wan dike, diparêze.

Li Sûriyê êrişên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê û komên girêdayî Tirkiyeyê didomin. Di demek Tirkiye û Şam dixwazin hêzên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bikin de êrişên li hemberî gel û talana xwezayê didome. Nûçegihanê North Pressê Sîwar Hamo xwe gihand dîmenên nû yên talana xwezayî. Di nûçeyê de dîmen û agahiyên derbarê talana li hemberî xwezayê hatin weşandin. Li gorî nûçeyê dîmen duh ji gundek ê Êzidiyan ê bi navê Baflûnê hatin kişandin. Niştecihên herêmî diyar dikin ku 12ê Kanûnê de komên çete yên Tirkiyeyê hatine herêmê 45 darên qaçê-sedîr ên ku kêm peyda dibin, birîne û li wesayîtan barkirine û birine.

‘Li Efrînê cihê dawî yê bi dar mayî ye’

Gundiyan ji North Press re gotin ku derên hatine birîn bi wesayîtan ber bi Ezazê ve hatine birin. Niştecihan gotin ku wan hewl da rê li ber birîna daran bigirin lê nekarîne pêşiyê li çeteyan bigirin. “Ev dever li Afrînê cihê dawî yê mayî bû ku darên sedarê lê hebûn. Tiştê ku qewimî ne tenê dizîna daran e lê belê wêrankirina mîraseke xwezayî ye.”

Çeteyên Tirkiyeyê guh nadin hişyariyan

Di nûçeyê de hate daxuyandin ku tevî bangên dubare yên rêxistinên herêmî û navneteweyî jî çeteyên Tirkiyeyê guhdar nakin û ev yek jî dibe sedema berdewakirina talan xwezaya Efrînê. Efrîn ku di sala 2018’an de ji hêla Tirkiyeyê ve hate dagirkirin heta niha bi tevkujiya etnîkî ya gelê kurd û talana xwezayê tê rojevê.

Tirkiye dest ji dagirkeriyê bernade

Ligel ku hate daxuyandin ku ev komên çete tev li Artêşa Sûriyê ya Nû bûne jî ev yek li ser kaxizê maye. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku Tirkiye va