12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê çeteyan êrîşî xwepêşandêran kir

Çeteyên dewleta tirk a dagirker li Efrînê êriş bi ser xwepêşandêrên li dijî siyasetên dagirkeran rabûbûn û gelek xwepêşandêr birîndar kirin û 18 kes jî revandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane ajansa ANHA’yê, li bajarê Efrînê xwepêşandanek hat lidarxistin. Çavkaniyan diyar kir ku xwepêşandêran daxwaza serbestberdana kesên ji aliyê MÎT’ê û komên paramîlîter ên girêdayî wê ve hatine revandin, kir û sûcên çeteyan û artêşa tirk şermezar kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku “Polîsên Leşkerî” li Kolana Vêlat a naverasta bajarê Efrînê bi daran û gazên rondikrêj êrişî xwepêşandêran kir û bi dehan kes birîndar kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê ragihand ku çeteyan piştî xwepêşandêr ji hev belav kirin, li benda kontrolê ya Kefer Cenê 18 xwepêşandêr revandin.