Şeva din li navçeya Cindirêsê çeteyên “Ehrar Şerqiyê” yên girêdayî dewleta tirk a dagirker gule li kurdên ku agirê Newrozê pê dixistin reşandin û komkujî pêk anîn.
Di komkujiyê de 4 welatiyên ji malbata “Pêşmerg” a ji gundê Hêkiçê ya navçeya Şiyê şehîd bûn.
Navên şehîdan wiha ne: Ferhan El Dîn Mihemed Osman (43), Nezmî Osman (38), Mihemed Fereh El Dîn Osman (18), Mihemed Mihemed Osman (42).
Piştî komkujiyê malbatên şehîdan û bi sedan kes derketin xwepêşandanê û li pêşiya xweşxaneya leşkerî” ya dewleta tirk a dagirker kom bûn da ku cenazeyên şehîdan werbigirin. Piştî wergirtina cenazeyan, malbatan şehîdên xwe birin bajaroka Atmê ya Idlibê.
Li gorî dîmenên li ser malperên medya dijîtal hatine parvekirin, niha li navçeya Cindirêsê bi hezaran kes kom bûne û li benda gihîştina cenazeyên şehîdan in da ku wan bi merasîmeke biheybet oxir bikin.
Ji tevahî gund û navçeyên Efrînê jî karwanên welatiyan digihêjin Cindirêsê da ku beşdarî merasima oxirkirina şehîdan bibin.
Girseya gel a li ser kavilan kom bûne, dirûşmên “Şehîd Namirin” û dijî dagirkeriyê berz dikin.
Li cihê ku welatî lê kom bûne, agirê Newrozê jî hatiye pêxistin.