Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji bajarê Efrînê ragihandine, çekdarên paramîlîter ên girêdayî artêşa tirk ya bi navê “artêşa watanî ya Sûriyeyê” şêniyê bi navê Delîl Hisên Hecî (34) yê ji gundê Baflûr ê bajarê Cindirêsê û Cemal Heyan (35) ê ji bajarê Himsê li benda kontrolê ya gundê Qestêl Cindo a bajarê Şerayê revandin.
Heman çavkaniyan dan zanîn ku du kesên ku bi rêya Bab El Selame yê li Ezazê ji Tirkiyeyê hatinê dersînorkirin dixwestin biçin Efrînê hatine revandin.
Hêjayî gotinê ye ku li van deverên di bin kontrola hêzên paramîlîter de revandina mirovan bûye wekî bazirganiyekê. pêşî mirovan direvînin û di zindanên xwe de dîl digirin û paşê ji malbatên wan fideya pereyan dixwazin.