24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li DYAyê helîkopterek ket 6 kes mirin

Li bajarê Philadelphiayê yê DYAyê helîkopterek kete xwarê. Tê gotin 6 kesên di helîkopterê de mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Li gorî medyaya xwecih, li bajarê Philadelphia yê eyaleta Pensîlvanya ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), helîkoptereke rizgarkirinê li ser taxeke bajêr ketiye xwarê û 6 kesên tê de, mirine, gelek kesên li taxê jî birîndar bûne. Tê gotin piştî ketina helîkopterê agir bi xaniyan jî ketiye.

Piştî bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê gihaştin cihê bûyerê.

Beriya hefteyekê jî li DYAyê helîkoptereke leşkerî û balafireke rêwiyan li hev ketibûn û 67 kesan jiyana xwe ji dest dabû.