22 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li Duisburg û Karlsruhê mitînga ji bo seferberiya Rojava û Rojhilat

Li bajarê Duisburg û Karlsruhê yên Almanyayê, li dijî êrîşên li ser Rojava û Rojhilat ku berdewam dikin mitîng lidarxistin.

Li Duisburgê ji aliyê Aso Herne Kurdisch, GFA-Herne Verein, Xwendevanên Kurd Bochum, Die Linke, KHGA Duisburg-Essen û Jusos Ruhr ve, li dijî êrîşan mitîng hate lidarxistin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê û Meclîsa Jinan a Asya Yuksel piştgirî dan mitîngê.

Mîtînga ku roja yekşemê, 18ê Rêbendanê de hate li dar xistin, bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û piştgirên wan pêk hat. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku li Rojava û Rojhilat êrîşên li ser sivîlan bi zanebûn hatine zêdekirin û bi taybetî jin, zarok û kal û pîr tên hedefgirtin. Hate diyarkirin ku ev êrîş sûcekî şer in.

Di daxuyaniyan de hate bibîrxistin ku di êrîşên komên çekdar ên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike de, yên li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê pêk hatin, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane; hat diyarkirin ku ev êrîş pergala xweser û demokratîk a li Rojava hedef digirin. Hat gotin ku li Rojhilatê Kurdistanê jî Îran bi rêya zext, girtin û operasyonên leşkerî hewl dide gelê kurd bifetisîne û bê bandor bike.

Hevserokê FED-MEDê Ehmed Kobanê ku di mîtîngê de axivî, diyar kir ku êrîşên li ser Rojava li dijî nirxên mirovahiyê têne kirin û gelê kurd berxwedaneke dîrokî nîşan dide.

Ehmed Kobanê destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde tenê bi rêya diyalog û rêzgirtina li vîna gelan pêkan e. Kobanê di dawiya axaftina xwe de, bang kir ku gel beşdarî meşên ku wê di 19ê Rêbendanê de li Berlîn û Bonnê werin lidarxistin, bibe.

Mîtînga ku nêzî du demjimêran dom kir de, dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî QSD’ û ‘Bijî Yekîtiya Gelê Kurd’ hatin berzkirin. Mîtînga ku kêliyên hestiyar lê hatin jiyîn, bi peyamên yekîtî û piştgiriyê bi dawî bû.

Li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê, êrîşên komên çekdar ên ser bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser Rojava, bi mîtîng û meşekê hatin protestokirin.

Çalakî ji aliyê Intervenistische Linke, Kurdische Studenten Karlsruhe û Navenda Civaka Kurd a Karlsruhe ve hate organîzekirin û bi sedan Kurdistanî ligel rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Elman û piştgiran beşdarî çalakiyê bûn.

Meşa ku li navenda bajêr hate lidarxistin, li ser xeta Marktplatz û Europaplatzê pêk hat. Di dema çalakiyê de dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî berxwedana Rojhilat’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrîn; peyamên piştgiriyê ji bo gelê Rojava hatin dayîn.

Di axaftinên ku di mîtîngê de hatin kirin de hate destnîşankirin ku gelê kurd û dostên wan heta niha Rojava tenê nehiştine û ji niha û pê ve jî wê tenê nehêlin. Axivêran peyama ‘Bi ruhê Kobanê, berxwedan wê li her derê bidome’ dan.