Îro yek ji êrîşên herî bi xwîn ên şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de pêk hat. Li gorî agahiyên malpera NPR ya amerîkî hejmara kuştiyên bombebarana Ukraynayê,ya îro li dijî dezgeha veguhestina leşkerên Rûsyayê li Donetsk, gihîştiye 78 leşkeran û 136 leşkerên din jî birîndar bûne.Li gorî vê yekê, hêzên Rûsyayê dronên bêpîlot ên bi çek li der dora devera armanckirî bi cih kirin.
Ji aliyekî din ve Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da xuyakirin ku balafirên wê yên şer xalên bicihkirina demkî yên yekîneyên “Legyona Biyaniyan” li Donetsk û Xarkovê kirin hedef, ku di encamê de bi dehan kes mirin.
Her wiha 67 yekîneyên topavêjê, hêz û alavên leşkerî li 92 herêmên Ukraynayê hatin hedefgirtin, li kêleka wan 2 depoyên çekên mûşekî û topxaneyî û depoyek sotemeniyê jî hatin hedefgirtin.
ji sîstema HIMARS 6 a amerîkî fûze avêtine
Wezareta Parastina ya Rûsyayê Rûsî jî piştrastkiribû ku hêzên Ukraynayê fûze avêtine navendeke li herêma Donetsk ku leşkerên rûsî tê de bûn, û 78 ji wan kuştin. Lewre ev êrîş wekî êrîşa herî dijwar a li dijî Rûsyayê ji dema destpêka operasyonên leşkerî di sibata sala borî de.
Her wiha Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku hêzên Ukraynayê ji sîstema HIMARS 6 a amerîkî fûze avêtine û 2 ji wan hatine xistin.