Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê (CPT) di meha îlonê de serdana Tirkiyeyê kir. Di vê serdana xwe de li gelek girtîgehan lêkolîn kir û bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn. Piştî vê serdanê hate îdiakirin ku heyeta CPT çûye girava Îmraliyê jî û bi Rêber Apo re hevdîtin pêk aniye. Lê tu agahiyên ku vê hevdîtinê piştrast bikin nînin.
Di serî de Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gelek sazî û rêxistinên cuda têkildarî mijarê daxuyanî dan û banga hişyariyê hate kirin. Li dijî pergala tecrîdê li ser banga partî û saziyên li bakurê Kurdistanê li Amed û Wanê meşên gel çêbûn. Lê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku bi polîtîkayên şer û tecrîdê hebûna xwe didomîne weke her carê dîsa êrişî gel kir.
Mixabin di xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîdê de qelsî heye. Her çendî gelek aliyên cuda li ser mijarê nîqaşan didin meşandin û hewl didin vê tecrîdê têxin rojeva hêzên navneteweyî jî mirov nikare bibêje ev hewldan têrker in. Divê bê zanîn ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi vê siyaseta tecrîdê hewl dide gel û Rêber Apo ji hev qut bike. Têkîliya di navbera Rêber Apo û gel de hatiye avakirin ji bo xwe metirsiya herî mezin dibîne. Lewma ji bo îradeya gelê ku hêza xwe ji têkoşîn û berxwedana Rêber Apo digire lewaz bike polîtîkaya tecrîda giran xist dewrê.
Desthilata faşîst bi vê siyasetê civak jî parçe kiriye. Ji ber di polîtîkaya xwe ya şer û tecrîdê de israr dike îro li seranserî Tirkiyeyê krîzên mezin hene. Ger em bînin bîra xwe beriya niha bi deh salan dema pêvajoya çareseriyê dest pêkiribû li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê hemû beşên civakê qezenc dikirin.
Di nava gel de aramî û rehetî hebû. Çawa ku rejîma AKP-MHP’ê ji bo berjewendiyên xwe dawî li vê pêvajoyê anî û siyaseta şer û tecrîdê xist dewrê, li seranserî welat krîza aborî, çandî, civakî û ewlekariyê dest pê kir. Lewma tecrîda heyî ne gelê kurd tenê hemû gelên herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Ji ber vê yekê divê tekôşîna li dijî tecrîdê jî piralî be.
Li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê ji cotkaran bigire heya karkeran, ji esnafan bigire heya xwendekaran herkes ji ber siyaseta rejîma AKP-MHP’ê ku di bingeha wê de tecrîda li ser civakê heye zahmetiyan dikişîne. Ev siyaset ku civak ber bi tunebûnê ve aniye divê bi yekdengiya gelan bê bidawîkirin. Lewma têkoşîna li dijî vê siyaseta qirêj ne erk û berpirsyariya çend aliyên demokrat tenê, erka hemû beşên civakê ye.
Ger civak li dijî vê tundiya li ser tê ferzkirin û bi tecrîdê ve tê dorpêkirin dengê xwe bilind bike, wê demê rejîma Erdogan wê nikaribe wisa bi hesanî vê siyaseta ku gel ber bi xizaniye ve dibe bide meşandin. Ji ber vê yekê dema tecrîda li Îmraliyê tê nirxandin mirov nikare bi yekalî bigire dest. Çawa ku ev tecrîd piralî ye divê têkoşîna li dijî wê jî piralî be.
Diyar e desthilata AKP-MHP’ê ji têkoşîna gel a li dijî tecrîdê ditirse. Ew jî di vê ferqê de ye bi vê siyasetê di nava gel de tahrîbatên çiqas xirab dane avakirin. Ji bo vê rojevê biguhere di nava hewldanan de ye.
Gelek mijarên ku gelek caran ji aliyê civaka demokratîk hatine rojevê û bi destê rejîma AKP-MHP’ê ser hatiye girtin niha bi xwe dikin rojev. Bi van rojevan ve hewl didin bala civakê bikişînin ser mijarên cuda. Bi taybet mijarên ku exlaqê civakê ji nêz ve eleqedar dike hildibijêrin.
Mijara zewicandin û tecawizkarina zaroka 6 salî yek ji van rojevan e. Rêveberiya ku berê ser vê bûyerê girtibû niha ji bo silametiya xwe vê mijarê tîne rojeve. Dîsa doza Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî bi heman armancê ve girêdayî di vê pêvajoyê de kirin rojev.
Divê bê zanîn ku bi van rojevan hewl didin ku ser mijarên bingehîn bigirin û dîsa ya xwe li ser gel ferz bikin. Lê wisa diyare asta krîza ku heyî ne mimkun e bi van rojevên wisa bên guhertin. Niha tek rojeva aliyên demokratîk û gelê kurd heye ew jî agahiyek pêbawer a girtina ji Rêber Apo ye.
Negirtina agahiyan ji Rêber Apo di serî de gelê kurd hemû aliyên demokratîk di nava şik û gumanan de dihêle. Ji bo bi dawîkirina van gumanan çûna heyeta CPT kêm be jî hêviya agahiyên ji Rêber Apo girtinê anî rojevê. Lê têkildarî mijarê daxuyaniyên hatine dayin têrê nakin. Ji bo agahiyên pêbawer ji Rêber Apo bên girtin divê demildest parêzerên wî biçin giravê û hevdîtinê pêk bînin.
Ji bo ev hevdîtin pêk wer asta çalakiyên gel û raha giştî diyarker e. Divê çalakî û têkoşîna di vê mijarê de bê dayîn bê xurtkirin.
Hêza gel dikare dawî li vê siyaseta qirêj û şerxwaz a AKP-MHP’ê bîne. Ji ber vê yekê divê li her qadê li dijî zordarî û tecrîdê, ji bo azadiyê dengê gel bilind bibe. Ev têkoşîna gel jî bi yekgirtin û hêza hevbeş wê pêk bê. Ger di vê mijarê de civak xwedî li îrade û hebûna xwe derkeve wê beriya hilbijartinan dawî li siyaseta qirker û faşîst a desthilata AKP-MHP’ê bînin.