18 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî sûcê şer li Helebê kampanya îmzeyan hat destpêkirin

Li dijî êrişên li ser kurdên sivîl ên li Helebê, ji bo rawestandina piştgiriya Ewropayê ya bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û bi daxwaza piştgiriya bi kurdan kampanya îmzeyan di asta navneteweyî de hate destpêkirin.

Di belavoka kampanyayê de hate ragihandin ku komên çekdar ên ser bi dewleta Tirk ve li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi rêk û pêk êriş birin ser sivîlan û polîtîkaya koçberkirinê meşandin. Li gorî belavokê, di encama êrişê de nêzî 150 hezar sivîl ji warê xwe bûn, gelek kes hatin qetilkirin û binesaziya sivîl xisar dît.

Di kampanyayê de ku ji ailyê parêzvana mafên mirovan a li Fransayê û parêzer Zerrîn Bataray ve hate destpêkirin, ji Yekîtiya Ewropayê hate xwestin ku piştgiriya siyasî û malî ya ku dide rêveberiya veguhêz a Sûriyeyê rawestîne.

Di belavokê de işaret bi rabirdûya bi xwîn a El Colanî hate kirin û hate ragihandin ku Tirkiye bi piştgiriya siyasî û leşkerî ya bi komên çekdar re bûye hevparê vî sûcî.

Di metna kampanyayê de hate gotin, di serî de kurd êrişî Durzî û Elewiyan hate kirin û êrişên li Helebê sûcê şer û sûcên li dijî mirovahiyê ye.

Di kampanyayê de bang li Ewropayê hate kirin ku piştgiriya malî û siyasî ya ji bo Colanî bê betalkirin, piştgirî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re bê dayin, pêkanîn li ser berpirsyarên êrişên li dijî sivîlan bê ferzkirin û sûcdarên şer di asta navneteweyî de bikevin ber lêpirsînê.