Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li navçeya Pasûra Amedê li dijî talankirina Herêma Dorşînê daxuyanî da. Nûnerên Platformê, Hevşaredarê Pasûrê Murat Îpek û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta “Xwezaya me xwebûna me ye, em dev jê bernadin” vekir û dirûşmên “Em rê nadin talanê” û “Bijî berxwedana xwezayê” berz kirin. Di destpêka daxuyaniyê de endamê Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Mehdîn Aslan axivî.
‘Her der hatiye talankirin’
Mehdîn Aslan diyar kir ku îro li herêma Dorşînê HES û GES tên çêkirin û wiha axivî: “Li vir dar tên jêkirin, xweza tê talankirin. Tevahî xweza hatiye talankirin. Berê ez li vê derê dijiyam, li vir her tişt hebû, em keyfxweş bûn, dema îro ez hatim li vê derê, min dît her der hatiye talankirin.”
‘Bi talankirina xwezayê tê xwestin gel koçber bibe’
Hevşaredarê Pasûrê Murat Îpek da zanîn ku îro bi destê sermayeyê xweza tê talankirin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin bi awayekî azad li xwezaya xwe bijîn. Ji bo bi awayekî azad di nav xwezaya xwe de bijî, gel li ber xwe da. Îro pêvajoyek heye lê li Dorşînê talan berdewam dike. Dorşîn cihêkî dîrokî ye, li vir gelek berdêl hatine dayîn. Berê bi şewitandina gundan, gel dihat koçberkirin lê îro bi talankirina xwezayê dîsa dixwazin gel koçber bibe. Bijî xweza bijî Kurdistana azad.”
‘Aştî bi xwezayê re jî pêwîst e’
Di dawiya daxuyaniyê de Berdevkê KESKê ya şaxa Amedê Denîz Yurtsever axivî û destnîşan kir ku berî deh salan ew herêm dîtiye û got: “Îro em dibînin ku xwezaya li vir çawa hatiye talankirin. Kesên ku li dijî xwezayê zagonan derdixin, dê sibê ev talankirin bandor li jiyana wan jî bike. Gelek ajalan ji ber talanê jiyana xwe ji dest da. Îro pêvajo heye lê em dizanin ku aştî tenê bi mirovan re pêk nayê, aştî bi xwezayê re jî pêwîst e.”
