Demeke dirêj e ku dewleta Tirkiyeyê, li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bi gelek rêbazên cuda dide meşandin. Ev rêbaz gelek caran bi destê unîformayiyên dewletê yên pispor tên meşandin, an jî bûne sedem ku çeteyên madeyên hişbir û fihûşê ji wan hêz werbigirin. Ev êdî aşkere ye ku bi destê çeteyan û uniformayiyên dewletê ve her roj jin, ciwan û bi taybetî jî jinên ciwan tên kuştin. Şebekeya çeteyan a Colemêrgê û Sakîne Kulter a ku bi destê serokê Komeleya Ocaxa Tîmên Taybet a li Silopiyaya Şirnexê hat kuştin û şewitandin, mînakên herî şênber in.
Gelê kurd û saziyên kurdistanî, li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dewletê têkoşîneke nû da destpêkirin. 26ê nîsana 2025an, di bin hevserokatiya saziyên demokratîk ên Amedê de bi navê ‘Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê’ hat damezrandin. Li ser têkoşîna li dijî hişbirê, xebatên bi ciwan û malbatan re, em bi endama Plarforma Şiyar Be Emîne Kaya re axivîn.
Emîne Kaya di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina Platforma Şiyar Be ya bi malbat û ciwanan re û got: “Wek Platforma Şiyar Be, me ji bo hişbirê bi gel re gelek hevdîtin kirin, civîn pêk anîn, malbat ziyaret kirin û me bi malbatan re li ser hişbir, fihûş, rê û rêbazên ku çeteyên van karan dikin û serî lê didin çi ne nîqaş kir. Ji ber vê sedemê ez dixwazim li gorî nêrînên gel biaxivim. Gel wiha dibêje: “Çeteyên ku hişbirê difiroşin û fihûşê dikin, em li ber çavên xwe dibînin. Me gelek caran ew şikâyet kirine, lê mixabin şikâyetên me encam nagirin û bê bersiv dimînin. Jixwe em gelek caran dibînin ku polîs bixwe jî bi van çeteyan re ne.’’ Wekî ku bi wan re di nav karbeşiyê de bin nêrîneke wisa didin xuyakirin. Ji ber ku em kurd in, ji ber ku em di warê siyasî de wek wan nafikirin, hişbirê tînin nav taxên me. Dema ku em çûn taxan û gundan me ev yek baş dît. Divê em pirseke wisa ji xwe bikin, çima ewqas hişbir belav bûye û ketiye her cihê ku ciwan lê hene? Divê em wek sazî, dezgeh û malbat bersiva vê pirsê bidin. Eger me zarok û ciwanên xwe ji nirxên wan ên herî bingehîn di serî ji ziman, çand û nirxên civakî dûr xistibe û em ciwanên xwe apolîtîk hiştibe, ev di serî de sûcê me hemûyan e.”
Emîne Kaya di axaftina xwe de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi rêya teknolojiyê hişbir û fihûş zêde bûye û got: “Îro li Tirkiyeyê û bi taybet jî li Kurdistanê hişbir belav bûye û roj bi roj zêde jî dibe. Ji ber karê hişbirê bi awayekî sistematîk tê kirin û tê belav kirin. Rêbazeke din a hişbir û fihûşê heye ku xwe digihîne mirovan ew jî teknolojî û amûrên têknolojiyê ne. Li gor analîzên ku şaredariyê li serê kiriye, em dinihêrin ku hişbir li her derê heye. Ji bo vê malbarkirina malbatan a ji taxekê yan jî ji gundekî ne çareserî ye. Lewra em nikarin tenê bibêjin ku hişbir tenê di nav gelê xizan de heye, na, hişbir di nav dewlemend, siyasetmedaran de jî heye. Mixabin hişbir wek nexweşiyê di nav hemû beşên civakê de belav bûye. Belê me behsa nexweşiyê kir, lê em hemû baş dizanin li hember nexweşiyê panzehir jî heye.”
Emîne Kaya derheqê paqijî, parastin û jiyana komunal de ev tişt anî ziman: “Ji bo tedbîrê cihên werzîşê hatin çêkirin. Aliyê din jî cihê ku ji gel re vekiriye yên wek parkan divê parastina wan bêkirin û divê şaredarî notirvanên şev û rojê li parkan bide bicihkirin. Divê me ji bo paqijiya park, tax û gundên xwe kampayayên paqijiyê bidin destpêkirin. Divê em li dijî qirêjiyê têkoşîna ji bo paqijiyê bidin. Divê cihê civakê re vekirîne bê parastin û paqij kirin. Dema ku çete ketin taxê, eger ku hejmara wan 5 kes be, hemû şêniyên taxê dikarin bi sedan li hev kom bibin û taxa xwe ji çeteyên hişbir û fihûşê biparêzin. Ev hêza gel heye em vê yekê dizanin. Wê demê dê çete nikaribin li hember hêza gel derkevin. Her wiha rêbazeke din a parastinê heye, ew jî xwebirêxistinkirin û avakirina jiyana xwe ya komunal e.”
Emîne Kaya bang li malbatan kir ku bi wan re di nav têkilî û hevkariyê de bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dizanin gelek malbat naxwazin xwe deşîfre bikin dibêjin ‘Dema ku em xwe deşîfre bikin mirov û civak ji me dûr bikevin dikevin.’ Daxwaza me ya ji gel û malbatan ev e ku nekevin fikarên bi vî rengî û di derûniyeke wisa de nemînin, her tim hişyar bin û bi platformê re di nav têkilî û hevkariyê de bin. Her wiha xwe birêxistin bikin û li dijî polîtîkayên şerê taybet û hişbirê têbikoşin û jiyana xwe ya komunal ava bikin. Di vî warî de em ji malbat û ji ciwanan alikariyê dixwazin.”
