Kanaleke Îranê ragihand ku di êrîşa çekdarên nenas a li dijî navendeke polîsan a li bajarê Zahedan de polîsek hatiye kuştin. Dûre jî kanala El Alem a Erebî diyar kir hejmara kuştiyan bûye 2.
Her wiha Ajansa Fars a Îranê jî ragihand ku çekdarên nenas êrîşî navenda polîsan a bi hejmar 16′an kiriye, piştre di navbera wan û polîsan de şer derketiye û di şer de polîsek hatiye kuştin. Lê nehat aşkerakirin ku kuştiyê din jî polîs e yan na.
Li gorî ajansa Fars ku agahiyên xwe spartin Dozgerê Giştî yê Zahedanê Şems Abadî, çekdaran vê sibehê êrişî navenda polîsan kiriye û 2 êrişkarên xwekuj xwe teqandiye.