Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha sala 1998’an de bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin. 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî li gelek bajaran bi çalakî û meşan tê protestokirin. Fînala çalakiyan dê sibe bi meşên “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” bê kirin. Di vê çarçoveyê de di serî de li Amed, Wan, Stenbol, Enqere, Colemêrg û Îzmîr û li gelek bajaran dê bi hezaran kes dakevin qadan.
Bernameya çalakî û xwepêşandanên 9’ê Cotmehê yên bajaran wiha ne:
Amed: Dê sibe saet di 15.00’an de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Hewldana 78’an û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li Cehdeya Emek a Rezan a Amedê meş bê lidarxistin.
Wan: Gel û Rêxistina DBP’ê ya Wanê dê sibe saet di 13:00’an de li Kolana Hunerê bên cem hev û dest bi meşê bikin. Cîgirê hevserokê giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, parlamenterên HDP’ê yên Wanê Sezaî Temellî, Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç jî dê tev li meşê bibin.
Colemêrg: Girse dê li Qada Azadiyê ya Geverê kom bibe û li vir ber bi avahiya HDP’ê ve bimeşe. Meş, dê saet di 14:00’an de dest pê bike û parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk, Şevîn Coşkun û Saît Dede jî dê tev li bibin.
Stenbol: Girse dê bi pêşengtiya HDK, HDP, DBP, TJA, OHD, MATUHAYDER, MKM, ANYAKA -DER, DAD û Komeleya Lêkolînên Kurdî li Kadikoyê kom bibe û saet di 15:00’an de dest bi meşê bike.
Îzmîr: Girse dê sibe saet di 15:00’an de li Basmaneyê bên cem hev û ber bi Sumerbankê ve dest bi meşê bike.
Enqere: Bi tevlîbûna endamê MYK’a HDP’ê Dogan Erbaş û parlamenter Alî Kenanoglû dê saet di 14:00’an de li avahiya rêxistina HDP’ê ya bajar panel bê lidarxistin.
Mêrdîn: Sibe saet di 13:00’an de dê girse li Parka Sîncar a Qoserê bê cem hev û dest bi meşê bike.
Şirnex: Meşa dê sibe saet di 14:00’an wê li Cizîrê bê lidarxistin.
Agirî: Dê girse li ser Cehdeya Îsmaîl Beşîkçî ya Bazîdê kom bibe û ber bi avahiya HDP’ê ya navçeyê ve bimeşe. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’ê yên Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Abdullah Koç jî dê tev li bibin.
Eskîşehîr: Dê li avahiya Rêxistina HDP’a Eskîşehîrê panel bê lidarxistin.