Bi avakirina pergala hevserokatiyê ya ku jin jî dikarin bi awayeke aktif xwe tev li qadên parastin, şer, siyasetê bikin re di warê civakî de nêrîna ji bo jinan jî guherî. Vê guherînê her ku diçe civakê aramtir dike.
Hevseroka TEV-DEM’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Ehmed der barê pergala hevserokatiyê de pirsên Rojnameya Xwebûnê bersivand.
Di destpêkê de wek pirsek klasik lê girîng pirs bikim; hevserokatî çi ye û bingeha xwe ji ku digire?
Pergala hevserokatiyê bingeha xwe ji fikir û ramanên Rêber Apo digire. Hevserokatî hevbeşbûn û şirîkatiya civakê ye. Di xwezaya civakê de tiştek hevguher e. Mirov dikare bibêje edalet, azadî û wekheviyê di nav xwe de dihewîne. Çima pêwistî bi pergala hevserokatiyê hat dîtin? Ji ber ku pergalên heyî yên ku bi hişmendiya mêrperest hatine avakirin hemû tiştan kirin bin desthilatiya xwe û di nav hemû saziyan de tenê serokek afirandin. Lê civak bi vî awayê bi rê ve naçe. Di nav xwezaya civakê de hevbeşbûn heye. Em vê mînakê di malbatê de bifikirin heke yek ji hevjînên ku bi hev re dijîn ne adil be wê demê jiyan nayê jiyîn. Di aliyêk de mirov dikare bibêje pergala hevserokatiyê şêwr e. Dema li cihek şêwr hebe mirov dikare behsa dewlemendiya fikir bike. Di jiyanê de jî divê mirov li ser esasê vê xalê bisekine. Ji ber vê yekê ye ku pegala hevserokatiyê pergaleke jiyanî ye.
Bi avabûna tevgera azadiyê, wekî her qadê, jinan cihê xwe di nav siyasetê de jî girt û tev li siyasetê bûn. Di vê cihgirtinê ji bo wekheviyê gelek rêbazan jî pêşxistin. Li gor dîtina te di vê rêyê de jinan bi pergala hevserokatiyê di siyaset û jiyanê de çi bi dest xistin?
Bidestxistina hevserokatiyê hewl hat dayîn ku di warê gelek mijaran de ew mafê ku ji jinan hatibû standin dîsa li wan were vegerandin. Em tenê behsa mafê jiyanê nakin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin hem di warê siyasî de hem di warê parastinê de hem jî di warê perwerdeyê de çalak bûn. . Ev tevlibûn bi xwe re destkeftiyên mezin jî anîn û bandora xwe hem li Rojhilata Navîn hem jî li hemû cihanê kir. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên wek ereb, tirkmen, kurd bi qebûlkirina pergala hevserokatiyê di nav xwe de hişmendiya mêrperest jî qels kirin.
Em îro herçiqas nikaribin bibêjin pergala hevserokatiyê ji sedî sed dikare li her qadê bi rê ve biçe jî lê em dikarin bibêjin ku heta asteke baş jin dikarin xwe tev li jiyanê bikin. Her wiha bi pergala hevserokatiyê hem ji aliyê mêr ve hem ji aliyê jinan ve guhertinên cidî hatin bi dest xistin. Pergalê hemû hêza jinan şikandibû û gotibû hêza we tune. Lê jinan bi pergala hevserokatiyê bi hêza xwe ya hatiye qelskirin hesiya û bi baweriyeke mezin xwe tev li hemû xebatan kir.
Dema hêzek ango kesek bixwaze tiştek ji holê rabike serî li gelek rêbazên cur be cur dixe. Wek ku em zanin hişmendiya mêrperest pergala hevserokatiyê qebûl nake. Li gor tecrûbeyên we heta niha hem ji aliyê dewletê ve hem wek kes ji aliyê mêran ve êrîşên bi kîjan awayî tên kirin?
Di rastiyê de hişmediya mêrperest heta roja îro jî jiyanê bi tevahî kiriye bin zehmetiyê. Ew hişmendiya ku pênc hezar sal e hatiye avakirin, vê hişmendiyê wekî rastî bi civakê daye pejirandin. Vê hişmediyê xwe bi rêbaza netewdewletê xurtir kiriye û gotiye ku heke dewlet tunebe civak têk diçe. Yanî dixwazin bi darê netewdewletê civakê bikin bin bandora xwe. Lê Rêber Apo vê nêrînê serobino kir û got; ‘Civak bê dewlet dibe lê dewlet bê civak nabe’. Ji ber ku dewlet xwe li ser hêza civakê ava dike lê pêwistiya civakê bi dewletê tune. Hêza civakê ji ya dewletê xurtir e. Lê wek ku min got berovajiyê vê yekê hem di jinan de hem jî di mêran de hatibû rûniştandin. Ji ber vê yekê jî şerê li dijî vê hişmendiyê zehmet bû û heta îro vî ev zehmetî didomin.
Di pergalkirina hevserokatiyê de em hem di nav kurdan de hem jî di nav pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de gelek zor û zehmetiyan dijîn. Gelek zor û zehmetî hene dibê ku wekî şikl dipejirînin lê dema ku tê rastiyê, dema ku tê biryargirtinê dema ku jineke zana li hember wî derdikeve dema ku jineke bi rêxistinkirî li hember wî derdikeve vê demê li dij derketina fikrî derdikeve holê.
Êrîşên li dijî pergala hevseroktiyê bi rêbazên cur be cur derdikevin pêş me. Dem mêreke ku di hişê xwe de mêrbûna xwe qels nekiribe di mijarek herî biçûk de ango di biryargirtineke girîng de jinê li gor nêrîna xwe têr nebîne êrîş dike. Ev êrîş di qada siyasî, şer, taktîkî ango civakî de tê kirin. Bi van êrîşan hewl didin ku gav paşde bidin avêtin. Carna êrîş bi rêbazên herî paşketî de jî tên kirin. Lê jin li dijî hemû êrîşên ku pêk tên jî li ber xwe didin û gav paş ve navêjin.
Bandora pergala hevserokatiyê ya li ser civakê çi ye?
Bandorek gelek mezin û adîl azad, wekhev, bêferq û cudatî di nav gel de çêkir. Ji ber ku îro şerê pêş dikeve, siyaseta ku li ser civakê xapandinê pêş dikeve, rêxistinên ku nakevin xizmeta civakê, dê hemûyan rast bike. Mirov dikare li ser vê yekê mînaka malbatê bide. Di malbateke ku jin û mêr wekhev be. Hevbeş be. Eger mêr li jinê guhdar bike û jin li mêr guhdar bike. Guhdarkirina li hemberî hev hebe, hurmetê nîşanî hev û biryarên hev bidin. Eger qîmet bidin nerîn û fikrên hev, dê bandorek mezin li ser tevahiya malbatê bike. Dê bandorek mezin li ser zarokên wê malbatê bike. Ew zarok pêşeroja civakê ne.
Bi pergala hevserosatiyê dê li dibistanan jî ev nerîn bê guhertin. Dê di siyasetê de jî ev nerîn bê guhertin. Her wiha dê di civakê de jî ev nêrîn bê guhertin. Ev nerîn dê li her qadê serwer bibe. Ev nerîn çiqas li her qadê serwer bibe, dê bi xwe re civakek aram pêş bixe. Dê êdî di qada aborî, erdnîgarî de şerê hev nekin. Êdî dê siyaseta ku civakê bixapîne pêş nekeve. Dê êdî siyaseta ji bo civakê pêş bikeve. Perwerdehiya ji bo civakê û aydî civakê dê pêş bikeve. Parastina aydî civakê dê pêş bikeve. Dê ev nerîn bandorê li ser hemû pêşeroja civakê bike. Wê dawî li feraseta desthilatdaran bîne. Dê dawî li hemû ferasetên ku dixwazin civakên, cuda, çand û zimanên cuda tune bike, bine. Dê van ferasetên li dijî civakê tune bike. Em rojane bandora vê pergala hevserokatiyê ku li ser civakê dike dibînin. Rojane dema zilam û jin di nava kar û xebatê de bi hev re ne, dema bi hev re xebatê dimeşînin, an jî dema hevbeş di perwerdehiyê de bi hev re ne, di parvekirinên wan de xuya dibe. Çawa parvekirina wekhev çêdibe tê dîtin. Bandorek çawa li ser jiyana hevpar dike tê dîtin. Her ku pergala hevserokatiyê di nava hemû qadên civakê de pêş dikeve, ew qas hişmendiya paşverû tê guhertin û hişmendiya civaka demokratîk pêş dikeve. Bawerî û qeneheta bi vê pergala hevserokatiyê xurt dibe. Ev pergalek ne şiklî ye. Ev pergalek ku baweriya li hemberî hev xurt dikin û esasî ye. Ji ber vê yekê dê bandorek gelek mezin li ser civakê û pêşeroja civakê bike û bêtir civakê demokratîk bike.
Bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser jinan û pergala hevserokatiyê çi ye?
Fikir û tehlîlên Rêber Apo yên li ser jinan bandor li hemû jiyana jinan kir. Ev bandor derî li pêşiya jinan vekir ku jin karibin tev li qada siyasî, leşkerî û hemû civakê bibin. Bi avakirina pergala hevserokatiyê jî baweriya jinan a ku hatibû tunekirin xurt bû.
Ew rola jinê ya ku bi hişmendiya mêrperest hatibû tunekirin bi Serokatî re geş bû. Û jin jî êdî li dijî vê pergala ku wan tune dihesibîne li ber xwe dide û bi rola xwe ya pêşengiyê di nav civakê de cihê xwe digire.
Bi pergala hevserokatiyê re ku tevlibûna jinan a di warê siyasî, leşkerî û civakî de êdî fikra ku jin tune be civak qels e bi civakê da qebûlkirin. Êdî herkes dizane ku şoreşa ku jin tê de nîn be ne şoreş e, rêxistina ku jin di nav de nîn be ne rêxistin e, siyaseta ku jin ne di navenda wê de be ne siyaset e.
Bi avakirina Tevgera Azadiyê pergala hevserokatiyê pêş ket. Ev pergal di nav civakê de çawa hat peşwazîkirin û bandoreke çawa li civakê kir?
Fikr û felsefeya Rêber Apo ya jiyanê wekhev digire ji destpêka tevgera azadiyê de dest pê dike. Dema em bala xwe didin ser tevgera azadiyê ya kurd, di sala 1993’yan de tevgera azadiyê artêşa jin ava kir. Di sala 1998’an de partiya jinan ava kirin. Di salên dawî de Rêber Apo ilm û zanista Jineolojî pêş xist. Ev hemû hevbeş û wekheviya jin û mêr a di nava jiyanê de ye. Hevbeşiya jiyanê ye. Me dît ku jin êdî di asta pêşengtiyê de di nava tevgera azadiyê de cihê xwe digire. Êdî wekî pêşeng tev li tevgera azadiyê bû. Ewil jin komek herî biçûk bû. Lê Rêber Apo di nava vê koma biçûk a jinan de jin kir xwedî vîn. Jin beşdarî jiyanê bû. Vê yekê di asta Rojhilata Navîn û asta cîhanê de bandorek pir mezin û taybet ava kir. Bi taybetî piştî Şoreşa Rojava ango Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rol û rista jinê û hevserokatiyê bêtir pêş ket û hat dîtin. Vê yekê bi taybetî bandora xwe li ser hêzên di nava şoreşê de kir. Hem di milê leşkerî de, hem jî li dijî şerê DAIŞ’ê nîşan da ku hebûna jinê ne şeklî ye. Rol û vîna jinan bêtir derxist pêş. Vê pergala hevserokatiyê, ne pergala şeklî ye. Pergala jiyanî ye. Di nava jiyana rojane de jî di her qadê jiyanê de jin û mêr xwedî jiyanek wekhev in. Pergalek dîrokî ye. Vê pergalê nîşan da ku jin jî dikare li kêleka mêr şer bike, li kêleka mêr di her qadên jiyanê de xwedî vîn û sekn be.
Rêber Apo vê fikir û felsefeya xwe di Sosyolojiya Azadiyê de wiha pênase dike; “Jineke ku dixwaze azad bibe, dê li hemberî mêrekî desthilatdar an jî li dijî paşverûtiya ku desthilatdar di kes de ava kiriye çawa şer bike. Mêrekî ku dixwaze azad bibe, dê li hemberî paşverûtiya xwe û kesayetiya xwe ya desthilatdar çawa şer bike. Wê li dijî jina ku li hemberî wî koletiyê ferz dike çawa têbikmoşe. Wê bi avakirina kesayetiyek nû li dijî pergalê şer bike. Ji ber vê yekê ev hem di asta Rojhilata Navîn tevgera jin, tevgera giştî, hem jî di asta cîhanê de kesên dihatin Rojava, kesên dihatin şoreş didîtin, didîtin ku pergalek çawa hatiye avakirin. Yên rola jinê didîtin, bandorek gelek mezin li ser wan çêdibû. Vê jiyana hevbeş, bandorek pir mezin li ser asta cîhanê çêkir.
Rûken Ehmed Kî ye?
Di sala 1972’yan de li Kobanê ji dayik bûye. Gelek salên dirêj di nava xebatên siyasî de cih girtiye. Ji salên 1992’yan û şûnde dest bi xebatên rêxistinî û siyasî kir. Bi salan di nava xebatên rêxistina jin de cih girt. Niha hevseroka TEV-DEM’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Hemû komele û yekitî di bin banê TEV-DEM’ê de cih digirin.