Li girtîgehên tirk nêzî 2 hezar û 500 girtiyên siyasî yên Rojava û Rojhilatî hene.
Di vê derbarê de Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran TUHAY-DERê bal kişand ser rewşa girtiyên ku sûdê ji mafên xwe yên hiqûqî nagirin.
Hevserokê TUHAY-DERê yê Wanê Çetîn Ûyar anî ziman ku girtî nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin û parêzer jî nikarin bi wan re hevdîtinê bikin û got: “Malbatên Rojava û Rojhilatî nikarin xwe bigihînin zarokên xwe yên girtî. Piranî di hucreyên yekkesî de tên girtin.”
Çetîn diyar kir ku cezayê hepsê yê muabed li van girtiyan hatiye birîn û ev bang kir: “Em bang li Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê dikin ku alîkariyê bidin girtiyên di vê rewşê de.”