31 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî darvekirinan banga hişyariyê kirin

Girtiyên ku beşdarî çalakiya ‘Sêşemên Ji Darvekirinan Re Na’ bûn, hişyariya ‘dibe ku di sala nû de hejmara darvekirinan zêde bibe’ kirin.

Ji 38 girtîgehên li Îranê gelek girtî, ji bo şermezarkirina darvekirinên li welêt, ev 60 hefte ye ku kampanyaya ‘Sêşemên Ji Darvekirinan Re Na’ dimeşînin. Girtî heta ku ji destê wan tê, her hefte dikevin greva birçîbûnê û belavokek diweşînin.

14 jin rastî cezayê darvekirinê hatine

Girtiyan diyar kirin ku di sala 2024an de li girtîgehên cuda cuda yên Îranê hezar û 148 girtî hatine darvekirin. Girtiyan hişyariya ‘dibe ku di sala nû de ev hejmar zêde bibe’ kirin. Di vê belavokê de hat ragihandin ku li Girtîgeha Lakanê ji 130 girtiyên jin 14 kes rastî cezayê darvekirinê hatine û ji bo du ji van jinan pêvajoya bicîhanîna biryarê destpê kiriye. Di belavokê de hat xwestin ku hemû girtiyên li tevahiya Îranê û hemû kesên ku azadî û wekheviyê dixwazin, destek bidin vê kampanyayê û tev li bibin.

Di nav mehek de 116 kes hatin darvekirin

Di destpêka belavokê de hat gotin ku bi nêzbûna sala nû (Newroz) re, dixwazin sala nû li hemû gelê Îranê û Îraniyên li dinyayê pîroz be, di hamen demê de têkoşîna li hember dîktatorî, zextan û darvekirinan jî zêdetir bibe. Girtiyan wiha gotin: “Ev kampanya, hêvî dike ku zilm, darvekirin, komkujî û tundî bidawî bibin. Rêveberiya dîktatoriya olî, tenê di meha Îsfandê yanê di navbera 20’ê Sibatê û 20ê Adarê de herî kêm 116 kes darve kirin. Herwiha di sala 2024’an de bi tevahî hezar û 148 girtî bi awayek wehşî hatin darvekirin û careke din jî rekorek rûreşaniyê hat şikandin.”

Girtiyek bi îşkenceyê kuştin

Girtiyan ragihandin ku di vê mehê de welatiyek bi navê Haydar Muhammedî (Hasanvand) li Navenda Polîsan a Nehavendê bi îşkenceyê hatiye kuştin û ev agahî jî lê zêde kirin: “Ji Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê girtiyê siyasî yê bi navê Hatem Ozdemirê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, ji bo daxwaza xwe ya ji nû ve darizandinê, bersiva neyînî girt. Ev jî tê wê wateyê ku her kêlî ji bo darvekirina wî guncaw e.”

Banga bihîstyariyê

Girtiyên ku vê kampanyayê dimeşînin, dixwazin ku di qada navnetewî de bihîstyariyek ava bikin û darvekirinên li Îranê rawestînin.