2 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî bişaftinê bendekê ji pirtûkên zarokan ava bikin

Weşanxaneya Morî yekem weşanxaneya ku tenê berhemên zarokan bi zimanê kurdî çap dike. Xewdiyên weşanxaneyê gotin ku armanca wan ew e, zarok ji zimanê xwe, çand û folklora xwe hez bikin û dan zanîn ku ew dixwazin li hember bişaftinê bendekê ji pirtûkên zarokan ava bikin

Di roja 5emîn de 9emîn Pêşangehan Pirtûkan a Amedê didome. Peşengeha Pirtûkan a li Navenda Kongre û Pêşengehê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî ya Amedê ku di 18ê cotmehê de dest pê kir dê heta 26ê cotmehê bidome. Çav û guhên herkesî li pêşangehê ye û li gorî derfetên xwe armac dikin ku beşdar bibin û pêdiviyên xwe yên pirtûkan bi cih bînin. Di heman demê de bi dehan weşanger û weşanxaneyên kurdî jî bi beşdariya xwe ya bi hezaran berhemên kurdî li bena xwînerên xwe ne. Lê belê yek ji wan weşanxaneyan heye ku li bakurê Kurdistanê û di vê pêşangehê de yekemîn e. Ew jî Weşanxaneya Morî ye.

Weşanxaneya Morî neh (9) salin ku bi tenê pirtûkên zarokan çap dikin û bi taybetî bi her du zaravayên kurdî (kurmancî û kirmanckî) berheman ji bo perwerdeya zarokan çap dikin. Li Bakur xebateke wiha ji bo zarokan hêjayî xelatkirinê ye. Xwediyên weşanxaneyê Mem Bawer û Ridvan Polat xebatên xwe yên ji bo zarokan nirxandin.

Yek ji xwediyê Weşanxaneya Moriyê Mem Bawer destnîşan kir ku ew ji bo zarokên kurd armanc dikin ku zarok bi zimanê xwe hînî çand, folklor û wêjeya xwe bibe û bi hişmendiyeke neteweperwer mezin bibin. Mem Bawer ev tişt anî ziman: “Armanca me bila di zarokatiya xwe de zarokên me ji zimanê xwe, çand û folklora xwe hez bikin. Ji aliyê din ve jî em dixwazin li hember bişaftinê bendekê ji pirtûkên zarokan ava bikin. Ji ber ku bingeha edebîyata gelekî bi wêjeya zarokan ava dibe. Em jî dixwazin bi rêya pirtûkên folklorîk, bi rêya edebîyateke nûjen û bi pirtûkên wergerê zarokan ji destê bişaftinê xelas bikin. Ger ku em bi ser bikevin, di siberojê de dê ev zarokên îro bi hişmendiyeke neteweperwer mezin bibin û bi awayekî kurdewar bo gelê xwe û welatê xwe kar û barên qenc bikin.”

Nêzîkatiya malatan a ji bo berhemên zarokan

Mem Bawer destnîşan kir ku di nav salan de ew û malbatên kurdewar yên ku armanc dikin zarokê wan bi zimanê xwe hîn bibin bûne wekî malbatekê. Mem Bawer diyar kir ku di navbera Morî û malbatan de têkiliyeke xurt heye û wiha got: “Ji xwe polîtîkaya me ya sereke ew e ku em dixwazin ew malbatên kurdewar û dilsozê zimanê kurdî bi rêya van materyalan zarokên xwe perwerde bikin û em bi rêya pirtûkan barê wan yê perwerdeyê hinekî siviktir bikin. Malbat berî çend salan gava me dest bi vî karî kiribû wê demê bi gilî û gazinc dihatin ber standa me, daxwaz û pêşniyazên xwe digotin , her wekî din rexneyên xwe jî vedigotin. Li gorî daxwaza  malbatan me jî pirtûk çap kirin. Malbat bi taybetî dema pirtûkên me yên folklorîk yên çanda kurdî dibînin bêhtir kêfxweş dibin, vedigerin zarokatiya xwe û dixwazin wan pirtûkan ji zarokên xwe re bixwînin. Malbat bi saya berhemên me êdî rehet tevdigerin, ji ber ku li gorî her temenî me pirtûk çapkiriye. Ji ber vê yekê êdî li gorî dilê xwe ji nav van pirtûkan ew bi xwe hildibijêrin. Di navbera Morî û malbatan de têkiliyeke xurt heye. Ew bi çavê malbatekê li me dinêrin.”

Armanc dikin ku pêşî li pişaftinê bigirin

Li ser armanca xwe ya pêşîgirtina li pêşaftinê jî Mem Bawer ev tişt anî ziman: “Bi rastî em bi tenê bi rêya pirtûkan û edebiyatê nikarin li ber bişaftinê serî hildin. Ji ber ku milên bişaftinê gelek in. Bo vê yekê divê em jî ji gelek hêlan ve tevdîrên xwe bigirin. Pirtûk jixwe bingeh e, lê perwerde beriya wê tê. Em divê malbatan di vî warî de hişyar bikin. Zarokên neteweperwer û zimanhez dikarin ji destê asîmilasyonê bi rehetî bifilitin. Lê dîsa jî ev bû neh sal in, ji bo ku zarokên me ji bo ku çanda xwe û zimanê xwe yê zikmakî dûr nekevin em ber xwe didin û diwazin bi vî zimanê şîrin perwerde bibin.

Amadekariya berhemeke we

Ridvan Polat jî ku ew jî yek ji Xudiyê Weşanxaneya Moriyê ye, li ser amadekirina berhemên zarokan axivî. Ridvan Polat, destnîşan kir ku ew berhemên xwe li gorî zangar û zanistan amade dikin û ev tişt anî ziman: “Beriya her tiştî dema ku em berhemekê dinirxînin em ji xwe vê pirsê dikin; Ev berhem li gorî zarokan e, an na?  Paşê piştî ku me berhemê pejirand em temanê wê diyar dikin. Di pey re li em sahneyên pirtûkê diyar dikin. Ew sahne bixwe jixwe rûpelsazî û wêneyên pirtûkê diyar dike. Piştî ku wêne tên xêzkirin êdî em dest bi dîzayna pirtûkê dikin. Di warê grafîkê de piştî ku dîzayn diqede êdî em berga pirtûkê amade dikin. Di vê navberê de em metnê bo rastnivîsê dişînin redaksîyonê. Di heman demê de metn ji hêla pedagojîyê ve cardin di ber çavan de em derbas dikin û metnê bi çavekî zanyar didin nîşandan. Piştî ku metn tê êdî ew tevî wêneyan di naveroka pirtûkê de bi cî dibin. Jixwe piştre jî pirtûk diçe çapxaneyê.”

Serwextiya nivîskar û xêzkaran a pedogojiyê

Ridvan Polat, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Nivîskarê me piranî di vî warî de serkeftî ne. Lêbelê carinan di ware pedagojiyê de tênagihîjin di vê derê de êdî pedagog dikeve dewrê. Jixwe di warê nirxandina metnê de ji hêla pedagojiyê de di navbera me, nivîskar û pedagog de herdem pira şêwirandinê heye. Bi saya wê em çîrokê ji hêla derûniyê ve bi awayekî rêkûpêk bo zarokan amade dikin.”

Eleqeya ji bo berhemên zarokan

Ridvan Polat, li ser eleqe ji bo berhemên zarokan jî wiha got: “Bi rastî jî em dikarin bibêjin ku piranî yên ku eleqe nîşan didin malbatên dilsoz ên zimanê kurdî ne. Em ji bo her astê pirtûkên zarokan çap dikin, lê piranî pirtûkên bo zarokên temenê wan biçûk ku em amade dikin, ew bêhtir bala malbatan dikişînin. Hin malbat jî dixwazin zarok bi xwe pirtûkên kurdî bixwînin. Ew jî bêhtir balê dikişînin. Pirtûkên me yên bo pêşdibistanê yên ku me wekî set amade kirine, çi çîrok, çi perwerde ew jî gelekî tên hezkirin. Lêbelê yê ku hindik tên firotan pirtûkên edebiyata nûciwanan û helbestên zarokan in.”