9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî biryara qeyûm serlêdan hat kirin

Baroya Mêrdînê li dijî biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, bi daxwaza sekinandin û betalkirina biryarê serî li dadgehê da.

Wezareta Karên Hundir a Dewleta Tirk di 4ê mijdara 2024an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm tayîn kir. Baroya Mêrdînê, di 2yê çileyê de li dijî biryara tayînkirina qeyûm, serî li dadgehê da. Baroyê, daxwazname da 1emîn Dadgeha Îdareyê ya Mêrdînê da. Di daxwaznameyê de hate gotin ku biryara tayînkirina qeyûm derhiqûqî ye û xwest ku biryar were sekinandin û bê betalkirin.

Di heman demê de hate gotin ku parêzerên hevşaredar Ahmet Turk piştî tayînkirina qeyûman serlêdan kirine û baroyê xwest weke mudaxil tev li dozê bibe.