Wezareta Şarewanî û Geştûguzariyê ya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di du projeyên arkeolojîk yên li Girê Asingeran û Kanî Espehan yên li sînorê navçeya Roviya yê parêzgeha Duhokê, du cihên niştecihbûna mirovan hate dîtin ku temenê wan digihije beriya hezaran salan.
Hate diyarkirin ku di projeya Kanî Espehan de corek yê dîzikan (kuzik) ku ji bo bikaranîn û hilandina genim dihate bikaranîn û temenê wê digihije beriya 7 heta 8 hezar sal berê niha, hate dîtin.
Her wiha hate destnîşankirin ku di projeya Girê Asingeran de jî du odeyên niştecihbûna mirovan ku bi şêwazek balkêş li ser Gir ji kerpîçan hatî çêkirin, hat dîtin û li gorî lêkolînan ev ode yên kesên civakî yên herêmî bûn.
Li gorî lêkolînên arkeolojîk ên ku ji bo her du projeyan hatine kirin, vedîtinên heyî îspat dikin ku jiyana mirovan bi hezaran sal berê li vê sînorê hebûye û bi guhertinê re ru bi ru maye.