Pêwîst e em bi hewldanek mutewazî û dilnizm nêzî çand û dîrokê bibin. Bi hestî û ji agahiyên zanistî bêpar tespîta rast bi pêş nakeve û dîrok nayê şîrovekirin. Her agahî û dane pêwîst e xwe bigihîne encama xebateke zanistî û di serada mantiqa mirov a zanîn û serwextiya dîrokî re derbas bibe. Nêzîkatiyek dîrokî ya diyalektîk a rast dê bihêle ku em bigihîjin nirxandinên herî rast, heta bi çavdêriyên sînorkirî yên diyardeyê jî. Heke ne wisa be zehmet e mirov fêhm bike û bigihîje encameke rast. Ji lewra jî bi vê perspektîfê, bêhempabûna diyardeya kurdî di rêça pêşketina giştî de dê çêtir bê fêmkirin.
Dema em berê xwe didinê, civak heta serdema neolîtîkê dişibin hev. Serdestî pir zêde xuya nake yan jî ew serdestî bandorê li civakên din nake. Dema em dibêjin civak em tenê behsa gelê kurd nakin. Heke her tiştî bînin bi gelê kurd ve bizeliqînin dê ev bibe nêrîneke hestî û nijadî ku ew jî tê wateya ji rastiyê dûr. Em behsa civakên mirovan ên ku hêj çand û zimanê wan bi xweşikî diyar nebûne yan jî ew ferqa etnîkî bi wan re bi pêş neketiye dikin. Li gorî dane û xebatên lêkolînî yên dîrokî, tê zanîn ku civakên wê serdemê bi nêçîr û berhevkirinê jiyana xwe didomînin. Ew civakên ku em behs dikin wekî yên niha herjmara wan ne bi milyonan e. Ew civak ji komên ku ji sedan kesî zêdetir nebûn ku bi nêçîrvanî û berhevkariyê debara xwe dikirin. Di wê serdema neolîtîkê de pêşveçûneke sînorkirî ya çand û ziman hebû û bi xwe re cûdabûnê jî diafirîne. Yanî rêya li ber pêşketina çand û zimanê civakî vekiriye. Di vê qonaxê de, serweriya civakekê li ser ya din ne gengaz e.
Ya rast dema em li ser rûpelên di warê dîrokê de lêkolîn û xebat hatine kirin dinêrin, em dibînin ku bi neolîtîkê re hin tişt şênbertir dibin. Ango mirov dikare bêje ku civaka neolîtîkê bi destpêka dîrokê re hevdem e. Yanî êdî daneyên dîrokî yên civakî û mirovî ji wê serdemê pê ve zelaltir dibin. Rista civaka ku neolîtîk afirandiye di destpêkirina dîrokê de aşkera ye. Hemû analîzên arkeolojîk û etîmolojîk gumanê nahêlin ku ev civak li herêma ku kurd hêj jî lê dijîn hatiye afirandin. Ji ber vê yekê, çavdêriyek girîng a derbarê diyardeya kurd de ev e ku ew ji pêkhateyên civakî yên herî kevin in ku di neolîtîkê de bi pêş ketine û jiyane. Ev çavdêrî pir girîng e.
Lê dixwazim li vê derê rê li nîqaş û lêkolîneke din jî vebikim. Rêber Ocalan di perspektîfa xwe ya dawî de balkişandibû ser Girê Mirazan ku wekî ev der ji aliyê “Kastîk Katîl” ve hatiye avakirin û ew hêza “Kastîk Katîl” ji bo civak neçarî niştecihbûnekê kiribin. Ango li gorî vê tezê mirov fêh dike ku neolîtîk encama pergeleke zordestî ya hêzên wê demê ye. Her wiha em ji xebatên lêkolînî yên arkeolojîk, antropoljîk û etîmolojîk hîn dibin ku civaka ku neolotîk bi pêş xistiye civaka Aryen e. Di hemen demê de me ev serdem wekî “Şoreşa Gund û Çandî” pênase dikir. Belê di rastiya xwe de di warê çand, ziman û civakî bûyînê de serdemeke girîng e. Lê ev jî hêjayî nîqaş û lêkolînê ye; heke ew hêza “Kastîk Katîl” ku Girê Mirazan afrirandibe û serdema neolîtîkê jî berhemeke wan be wê demê civaka kurd a ku ji wê serdema neolîtîkê re pêşengî kiriye çawa pênase bikin; civakeke azad yan jî ya koledar?
