Desteserkirina şaredariya Dersimê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Pulur a CHP’ê, li Dersimê tê şermezarkirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Pariyê Tulay Hatîmogûllari, Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Sebahat Tuncel, Hevserokê Giştî ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Mûrat Çepnî, Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk û gelek kes ên li ber avahiya DEM Partiyê ya Dersimê li hev kombûn, ber bi Qada Seyît Riza ve meşiyan. Piştî meşê li Qada Seyît Riza wê daxuyanî bê dayîn û desteserkirina şaredariyan a ji aliyê qeyûm ve bê şermezarkirin. Çalakgeran bê navber dirûşmên “Şaredarî ya me ye, qeyûm bicihime” û “Berxwedan jiyan e” berz dikin.
Hêjayî gotinê ye ku doh êvarê piştî ku gel nerazîbûna xwe li dijî qeyûm anî ziman û berîqatên polîsan yên li ber şaredariyê rakirin , îro qeyûmê Dêrsimê Walî Bülent Tekbiyikoglû yê wekî qeyûm tayinî Şaredariya Dêrsimê hat kirin, danê sibehê derdora şaredariyê bi bariyerên beton girt û şareredarî veguherand qereqolê.