ESPê li avahiya partiya xwe ya Dêrsimê bi daxwaza, ‘Girtîgehên Tîpa Bîrê bigire’ dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kir. Orhan Çelebî li ser kiryarên xwe daxuyanî da, komkujiyên di dema dawî de hatin kirin û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan rû dan rêz kir û wiha got: “Lînca dawî ya li vê temamiya polîtîkaya girtîgehê, bûye tîpa nû ya girtîgehên bi ewlekariya bilind ku weke cureyên S û Y tên pênasekirin, lê ji aliyê dîlgirtiyan ve weke girtîgehên ‘tîpa bîrê’ tên binavkirin.
Çelebî da zanîn ku hikûmetê welat veguherandiye ‘girtîgeheke nîv vekirî’ û wiha axivî: “Tijîkirina van deran bi avakirina hejmareke zêde ya girtîgehên tîpa nû, kûrkirina tecrîdê û pêkanînên cihêkariyê û hilberîna pêkanînên înfazê yên nû ku ne destûrî ye, her tim polîtîkayeke taybet a desthilatdariya siyasî bû. Di dawiya sala 2024an de li Tirkiyeyê 403 girtîgeh hene û hejmara giştî ya girtî û hikumxwarên li van girtîgehan 340 hezarî derbas dike. Niha 13 Tîpa Y, 7 Tîpa S û 23 Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind hene. Bi gotineke din, weke ku ji aliyê girtiyên şoreşger ve hatiye pênasekirin, li vî welatî 43 girtîgehên bi tîpa ‘bîrê’ hene.