27 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin

Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê li dar bixe. Platformê, banga tevlibûna mitîngê kir.

Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê, dê di 16ê mijdarê saet di 12.00ê de li Qada Seyîd Riza mitîngê li dar bixe. Platformê, têkildarî mitîngê li avahiya KESKê daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li mitîngê bûn.

Nûnerê Bajar ê Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Yûsûf Topçu li ser navê platformê axivî û got ku Dêrsim bi hezaran sala ye xaka jiyaneke aştiyane ya bi xwezayê re, axa berxwedan û heqîqetê ye. Yûsûf Topçu, diyar kir ku êrişên îro li dijî vê xaka qedîm tên kirin ne tenê xwezayê lê îradeya gel, çand û baweriyan jî hedef digire û got: “Polîtîkayên sermayeyê, projeyên bi destê dewletê tên meşandin û planên talankirinê yên bi navê ‘pêşxistinê’, bi bêdengî Dêrsimê dorpêç dikin. Çiyayên me bi navê madenvaniyê texrîb dikin, rûbarên me bi HESan tên ziwakirin, daristanên me tên şewitandin, çêregehên me, qadên pîroz, gundên me weke ‘qadên razemeniyê’ tên ragihandin. Ev polîtîkaye qadên me yên jiyanê tune dikin, gel bê xak dihêlin û bênasnametiyê ferz dikin. Projeyên bi zanebûn ên têkbirina ekolojiyê û bişaftinê ne.”

Di berdewamê de Topçu anî ziman ku çavkaniyên avê hatine ticarîkirin, mafê jiyanê yê gel teslîmî çavsoriya qezencê ya şîrketan hatiye kirin û wiha domand: “Qadên me yên pîroz di bin navê ‘qada geştê’ de tên bêwatekirin, heta kevir û ava baweriya me jî dixwazin bifiroşin. Zeviyên hevpar ên gel, bi navê çandiniya endustriyel pêşkeşî şîrketan tên kirin. Bi navê rûpoşa turîzma nêçirvaniyê, ajalên li vê xakê ku em weke parçeyek ji canê xwe dibînin dikin hedefa kesên pereyê wan heye. Û ev tevek jî di bin navê ‘ekoturîzmê’ yan jî ‘turîzma xwezayê’ de tên veşartin. Lê em dizanin ku ne turîzm, berxwedan dikare xwezayê biparêze. Daristan, av, kevir û xaka Dêrsimê ne tenê xweza ye; herwiha bawerî ye, bîr e, nasname ye, gel e. Lewma em dibêjin ku êrişa li dijî xwezayê, êrişa li dijî gelê Dêrsimê ye. Berxwedana gel a li dijî şîrketên madenê, tekelên enerjiyê, sermayeya turîzmê û li hemberî polîtîkayên wan diparêzin rewa ye. Weke platformê, em tevî hemû saziyên xwe, gundên xwe, jin, ciwan û baweriyan bi hev re dibêjin ku li vê xakê dê tu proje bêyî îradeya gel nekevin meriyetê.”

Yûsûf Topçu, anî ziman ku yên zirarê didin Munzur, Pilemûriye, Halvorî û Gole Çetuyê herwiha zirarê didin jiyana gel jî û ev bang kir: “Em ê serî li ber tehekûma sermayeyê, dewletê û komên berjewendîperest a li ser xwezayê netewînin. Ev xak ne aydê rantê, aydê jiyanê ne. Em ê di 16ê mijdarê de li Qada Seyîd Riza bên gel hev. Ji bo parastina jiyanê, azadiya avê, rûmeta çiyê û pêşeroja gel em ê meşê li dar bixin.”

Yûsûf Topçu, banga tevlibûna meşê li her kesî kir.