10 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrsimê dê der barê karesat û trawmayê perwerdeya derûnî were dayîn

Li Dêrsimê ji bo pisporên tenduristiya derûnî dê rêzeperwerdeyên bêpere werin lidarxistin.

Dê bi hevkariya Kovara Psychology Kurdî, Enstîtuya Zanistên Tenduristiyê ya Navçandî (Institut for Transcultural Health Science), Eyaleta NRWê ya Almanyayê û Zanîngeha Dewletê ya Baden-Wuerttembergê (DHBW – Almanya) li Dêrsimê ji bo pisporên tenduristiya derûnî dê rêzeperwerdeyên bêpere werin lidarxistin.

Derûnnas Siyabend Aslan, li ser navê koordînasyona bernameyê, der barê armanc û hûrguliyên perwerdeyê agahiyên berfireh parve kirin.
Siyabend Aslan ragihand ku heman perwerde berî salekê li Semsûr, Hatay û Meletiyê hat lidarxistin û niha jî dê ev perwerde di 10.11.2025 û 14.11.2025an de, her roj di navbera saet 09:00 û 17:00an de, rû bi rû pêk werin.

Siyabend Aslan bal kişand ser girîngiya van perwerdeyan û wiha axivî: “Armanca me ya sereke ew e ku em jêhatîbûnên pisporên tenduristiya derûnî yên li Dêrsim û derdora wê, bi taybetî di warê karesatên xwezayî yên wekî erdhejê de, xurt bikin. Em dixwazin kesên beşdar bi van perwerdehiyan der barê karesat û stratejiyên têkoşînê agahî û teknîkên serederîkirinê bi dest bixin.”

Siyabend Aslan da zanîn ku di perwerdeyê de rêbazên dermankirinê yên girîng jî dê werin nîşandan: “Di bernameyê de, dê pispor bi awayekî berfireh fêrî naskirin û nirxandina nîşaneyên wekî nexweşiya stresê ya piştî trawmayê (NSPT) bibin. Herwiha, dê rêbazên terapiyê yên girîng ên wekî EMDR û psîkodramayê ku di pêvajoyên têkoşîna bi trawma û stresê re bi bandor in, bi awayekî teorîk û pratîk werin fêrkirin û li ser nêzîkayiyên kartêker ên ji bo zarok û ciwanan were rawestandin.

Perwerde hemû bêpere û rû bi rû ne. Ji ber ku ev bername wekî pakêtekê hatiye amadekirin, beşdarbûna li hemû perwerdeyan mecbûrî ye. Kontenjana me bi 25 kesên pispor sînordar e. Ev kes psîkolog, şêwirmendên derûnî, pisporên xizmeta civakî û pisporên geşedana zarokan in.

Bernameya perwerdeyê
Bernameya perwerdeyê ya pênc rojan dê ji aliyê akademîsyen û pisporên navdar ve bên dayîn:
• 10.11.2025 (Roja 1emîn):
Mijar: Perwerdeya Alîkariya Derûnî ya Pêşîn di Erdhej û Karesatên Xwezayî de
Perwerdekar: Uzm. Dr. Azad Günderci (Psîkiyatrîst & Psîkoterapîst)

• 11.11.2025 (Roja 2emîn):
Mijar: Trawma û Nexweşiya Stresa Piştî Trawmayê: Naskirin û Rêbazên Dermankirinê – Mînakên Waqayan
Perwerdekar: Prof. Dr. Tamer Aker (Psîkiyatrîst & Psîkoterapîst)

• 12.11.2025 (Roja 3yemîn):
Mijar: EMDR: Têkoşîna bi Trawmayê re
Perwerdekar: Prof. Dr. Burhanettin Kaya (Psîkiyatrîst & Psîkoterapîst)

• 13.11.2025 (Roja 4emîn):
Mijar: Pêşxistina Şiyanên Têkoşîna bi Stresê re di Erdhej û Karesatên Din ên Xwezayî de: Ji bo Zarok û Ciwanan Sepanên Pratîk
Perwerdekar: Dr. Endamê Hîndekariyê Hozan Saatçıoğlu (Psîkiyatrîstê Zarok û Ciwanan)

• 14.11.2025 (Roja 5emîn):
Mijar: Wekî Rêbazeke Dermankirinê Psîkodrama
Perwerdekar: Prof. Dr. Arşaluys Kayır (Psîkolog & Psîkoterapîst & Psîkodramatîst)

Ji bo agahiyên berfirehtir hûn dikarin ji meîla psychologykurdî@gmail.com re binivîsînin.