Li gorî medya Rûs, li bejahiya Dêrazorê dema ku wesayiteke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê dema ku derbas dibû, teqînekê rû da.
Hate ragihandin ku di encama teqînê de 5 leşker mirine, efserek jî birîndar bûye.
Teqîn li nêzî bajarokê Eyaşê qewimî ku bi 15 kîlometreyan li bakur rojavayê Dêrazorê ye.