12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrazorê êrîşî noqteya kontrolê hate kirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku îro noqteya kontrolê ya li bajarokê Hewayic Zîban ê li gundewarê Dêrazorê ji hêla 2 kesên nenas ve ku li motorsiklêtê siwar bûbûn, rastî êrîşeke çekdarî hat. Çekdaran gule li xala kontrolê barandin û reviyan. Lê tu birîndarî di nava endamên hêzan de çênebûn.

Navendê diyar kir ku ev êrîş, di çarçoveya rêzeêrişên terorane ku şaneyên çeteyên DAIŞê bi armanca tevliheviya ewlehî û îstîqrara li herêmê de, pêk tên.

Li gorî navendê, komeke şaneyên çeteyên DAIŞê şeva berê jî êrişî noqteyeke hêzên ewlehiyê li bajarokê Zîban kir û hêzan bersiv da êrîşê.

Hêzan teqez kir ku ew ê bi ser şaneyên çeteyên DAIŞê de bigirin û tedbîrên xurtkirina ewlehiyê û bersivdana tevahî êrişan bidin ku parastina şêniyan û îstîqrara herêmê misoger bikin.