Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarokê Zixîr Şamiye yê Dêrazorê, çekdarên nenas ku li motorsîklêtê siwar bûn, bi çekên navîn û sivik navendeke Emin Dewle ya girêdayî hikumeta Şamê kirin hedef. Di encamê de 2 leşkerê rejîma Sûriyeyê hatin kuştin.