29 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞê hatin girtin

Li bejahiya Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirî ve hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li bajarokê Mihêmîd ê kantona Dêrazorê doh berêvarê bi şaneyeke DAIŞê re ketiye şer.  Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de got, “Di çarçoveya erka me ya parastina ewlekarî û aramiya herêmê de, hêzên me yên Ewlekariya Giştî roja şemiyê piştî nîvor li bajaroka Mihêmîd a Dêrazorê bi şaneyeke DAIŞê re ket şer.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şaneya DAIŞê ji 2 çeteyên bi motorskilê bûn û ev agahî hatin dayîn: “Her du kesên behsa mijarê di sibeha roja şemiyê de li dijî erebeyeke endamên me êriş pêk anîn. Hêzên me di encama lêkolînê de karîbûn cihên êrişkaran tesbît bikin û şerekî kurt derket. Di encamê de yek ji êrişkaran birîndar bû. Herdu êrişkar hatin girtin. Motorsklêt û hejmarek çekên û cebilxaneyên bi wan re bû, hatin destserkirin.”

Di dirêjiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî lêpirsîn bi dawî bibe dê mukurhatiyên çeteyan bi hemû deteyên wê ve bi raya giştî re were parvekirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniyê de soz da ew ê ji bo parastina gelê herêmê têkoşîna xwe ya li dijî çeteyan bidomînin û ew ê bêteredud şaneyên çeteyan têk bibin.