Di çarçoveya kampanyaya “Ji Rojava re statu ji bo gelan azadî” de ku bi daxwaza naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, li navçeya Depê ya Xarpêtê çalakî hat lidarxistin û daxuyanî hat dayin. Daxuyanî, li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê hat dayîn û gelek partiyî tev li bûn.
Rêveberên DEM Partiyê yê Xarpêtê Îskender Şîmşek bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Şîmşek, ev tişt anî ziman: “Aştî û edalet, tenê bi wekheviya gelan pêkan e. Divê tavilê aştiyeke ku gelê Kurd û gelên din xwedî heman mafan pêk bê. Heta polîtîkayên şer neyên terikandin ne li Sûriyeyê ne jî li Tirkiyeyê mimkin nîne. Divê tavilê komkujiyên li ser Rojava bên sekinandin. Divê polîtîkayên şer bên terikandin. Divê ji bo îradeya gelan rêzgir bin û ji bo pergaleke ku hemû gel xwedî mafên wekhev, pergaleke aştiyane gav bên avêtin.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.