Klînîka Yashfeenê ya di bin kontrola Hêzên Piştevaniya Bilez (HDK) ku şirîkên artêşê yên berê bûn a li paytexta Darfour a başûr Nyalayê, ji hêla balafirên biçek û bêmirov ên artêşê ve hat bombebarankirin. Di êrîşê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Heman rojê di saetên şevê de paytexta Darfour a bakur El-Faşerê jî hate bombebarankirin. Di bombebaranê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 71 kes jî birîndar bûn.