Li navçeya Cizîr a Şirnexê ji aliyê rêxistina DEM Partiyê ve bi daxuyanekî standa îmzeyan a ‘Em aştiyê dixwazin ji ber ku’ hat vekirin. Li gel Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên DEM Partiyê yên Şirnex û navçeyan û gelek welatî tevlî daxuyaniya li kolana hunerê hatî dayîn bûn.
Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yilmaz Sanri daxuyanî xwend û wiha got; “Em aştiyê dixwazin ji ber ku; Em li dijî êrişên li ser jinan û mafên jinan ên bidestxistî têkoşînê dikin. Em jiyaneke azadîxwaza jinan diparêzin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku; Em polîtîkayên şerên ku tundî û komkujiyên li dijî jinan kûrtir dikin qebûl nakin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku; Em şerê sexlemperestiyê ku cureyeke tundiyê ye li dijî laş red dikin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku; Em dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê û bi çanda xwe xwe bi rê ve bibin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku; Em naxwazin ji ber şer war û jîngehên xwe biterikînin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku; Em naxwazin çavkaniyên me li ser navê polîtîkayên ewlehiyê werin xerckirin. Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re, hêviya aştiyê mezin bûye ku gel bi salan e bi biryardarî li vê hêviyê xwedî derketiye. Niha, em li dora vê bangê dibin yek û em ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê bang dikin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku; em civakekê diparêzin ku tê de gel û bawerî bi azadî û wekhevî bi hev re bijîn. Em aştiyê dixwazin ji ber ku; Em dibêjin misogerkirina demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê bi çareseriya demokratîk a meseleya Kurdan ve girêdayî ye. Em aştiyê dixwazin ji ber ku; Em dixwazin nasnameyên cuda li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, bi hebûna xwe ya bêhempa, bihev re bijîn.“
Piştî daxuyaniyê kesên beşdarvan ji bo aştiyê îmze avêtin.