Polîsên tîmên taybet îro di danê sibehê de li Taxa Sûrê ya navçeya Cizîr a Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de li gel dayik û bav, her wiha 5 jê ji 18 saliyê biçûktir bi giştî 6 zarok jî hatin binçavkirin. Nehat zanîn bê ka malbat bi kîjan sedemê hatiye binçavkirin. Endamên malbatê birin Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê û li wir tên ragirtin.
Hat zanîn ku di serdegirtinên malan ên li taxê de gelek ciwanên din jî hatine binçavkirin lê navên wan hêj diyar nebûne.