Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di navbera 9 û 10ê îlonê de bi şîara “Em Rê Nadin Qirkirina Xwezayê, Em ê li Dijî Talana Xwezayê Bimeşin” meşa xwezayê bê lidarxistin û nobet bê girtin.
Em li ser mebesta çalakiya meş û nobeda xwezayê ya ku dê li Çiyayê Cûdî bê li dar xistin bi aktivîsta TJAyê Çîmen Fîdan re axivîn.
Çîmen Fîdan di destpêka axaftina xwe de der barê çalakiya ku dê pêk were de ev agahî dan: “Em ê wek TJA bi hemû pekhateyên xwe re, bi tevlîbûna hevserok, hevşaredar, parlementer û endamên DBPê û DEM Partiyê û Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk û saziyên sivîl di 9 û 10ê îlonê de du rojan nobeda xwezayê ya Çiyayê Cûdî bigirin. Lê ev çalakiya me ne tenê ji bo Cûdî ye, mebesta me pêşîlêgirtina qirkirin û talankirina xwezaya Kurdistanê ye. Mebesta vê meş û nobeda me, bi salan e ku qirkirin û talankirineke mezin ku li ser xwezaya Kurdistanê tê kirin, li dijî wê parastina xwezayê ye. Dewleta tirk gelek caran polîtîkayên talankirin û qirkirina xwezayê li ser erdnîgariya me daye meşandin. Dar hatin birîn, şewitandin, di daristanan de gelek zindîwar hatin kuştin, qirkirin û hwd. Lê her carê ew bi inyad ji nû ve jîndewar bûn û ew dar dîsa li ser koka xwe şîn dibin. Lê mixabin di van salên dawî de dar ne tenê tên birîn û talankirin, em dikarin bibêjin ku dar ji koka xwe ve tên rakirin. Dar bêkok tên hiştin. Ew dara ku koka wê tunebe, ew dar careke din şîn nabe. Ji bo vê yekê mebesta çalakiya me, bi dawîanîna polîtîkayên dewletê yên birînên daran, talankirin û qirkirina xwezaya Kurdistanê ye.”
‘Divê çêkirina bendavan bi dawî bibe’
Çîmen Fîdan di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Wek tê zanîn li Çiyayê Cûdî dîsa gelek bendav tên çêkirin. Ev bendavên ku li ser Nêrdîşê tên çêkirin, pêşî li avê digirin û nehêlin av bi awayekî azad biherike. Dîsa bi heman armancê jîngehên ku pez û hemû zindîwerên tê de dijîn talan dikin. Ev polîtîkayên dewletê yên li ser xwezaya Kurdistanê tê meşandin, bêguman bandora xwe li ser hemû zindiyên ku di nava çiya û xwezayê de dijîn dike.”
Çîmen Fîdan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşîna ku tê dayîn û wiha got: “Ji bo ku jiyana me ya ekolojîk neyê wêrankirin û çavkaniya me ya dîrokê neyê windakirin, divê em têbikoşin û nirxên xwe biparêzin. Lewra termînalên santralê ku dewletê li Silopiya, herêma Şirnexê û di heman demê de jî li hemû Kurdistanê dane çêkirin, ocaxên komirê ku tên vekirin, hem di warên derûnî, hem di warê tendûristî û hem jî di warê ewlehiyê de bandoreke neyînî li ser gel dike. Em baş dizanin ku sedema wan hemûyan jî qirkirin û talankirina xwezayê ye. Anku di dagirkirina wan cihan de jî armanc derxistina petrolê ye. Bêguman ev hemû sedemên me yên serekene ku em li dijî van polîtîkayên dewletê dest bi meş û nobeda xwazê bikin. Divê dewlet dev ji polîtîkayên xwe yên qirkirin, talankirin û çêkirina bendavan berde. Em jî li dijî wan polîtîkayan li ber xwe didin û hewldidin ku xwezaya xwe biparêzin.”
Çîmen Fîdan qirkirina ku tê kirin wek parçeyek ji şerê taybet nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev polîtîkayên dewletê yên ku li ser xweza û erdnîgariya me tên meşandin, em nikarin ji polîtîkayên şerê taybet cuda bigirin dest. Ev bi yekser bi polîtîkayên şerê taybet ve girêdayî ye. Em baş dizanin ku di salên 90î de bi hezaran gundên Kurdistanê hatin valakirin, şewitandin, çiyayên me hatin bombabarankirin, gelê kurd koçî metrepolên Tirkiyeyê hat kirin, di rêyan de gelek jin û zarok hatin kuştin. Li ser civaka me polîtîkayên bişavtinê hatin meşandin. Lê dîsa jî axa me li dijî van hemûyan li ber xwe da, darên me ji nû ve li ser kokên xwe car din car din şîn dibûn û xwe bi xwe diafirnadin. Lê em dikarin bibêjin ku dewleta tirk taybetî di van salên dawî de êdî ji asta wan xalên ku min li jor aniye ziman zêde zêde derbaskiriye. Anku polîtîkayeke cuda ya qirkirin û tunekirina xweza û axa me, têkbirina nixrên me ji xwe re kiriye hedef. Lê em baş dizanin ku dewlet van hemûyan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî dike. Li ser ax, av, enerjî û xwezaya me dixwaze rant û îktîdara xwe bipêşbixe. Jixwe îhaleyên van cihên ku em ê çalakî lê li dar bixin û nobetê bigirin, ew cîh hemû dane şîrketên taybet ên nêzî xwe. Em baş dizanin ku îktîdara dewletê bi xwe jî şirîkê van şîrketan e.”
‘Xwezaya me nasnameya me ye’
Çimen Fîndan bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: “Em vê nêzikatiya dewletê wek dijminatiya li hember xweza û mîrovahiyê dibinin. Xwezaya me nasnameya me ye û em ê heta dawiyê nasnameya xwe biparêzin. Di vê wateyê de em wek TJAyê di serî de bang li jinan, ciwanan û hemû gelên Kurdistanî yên ku li ser vê axê dijîn dikin ku li xweza, ax, av û enerjiya xwe xwedî derkevin û beşdarî çalakiya meş û nobetê ya çiyayê Cûdî bibin.”
