Qirkirina xwezaya Kurdistanê ranaweste. Dewleta Tirk bi sala ne ku li dijî gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê dijminatiyeke kûr dimeşîn e. Qirkirine kûr li ser tevahiya welat pêş dixe. Ji Bakur bigire heta Rojava û Başûr bi heman hişmendiye qirker polîtîkayên qirêj û bêexlaqî tê meşandin. Li her bohistik axa Kurdistanê ku ya dagirkirî tundiyek dijwar li ser civakê pêş dixe, xwezayê talan û wêran dike. Bi salane ku daristanên Kurdistanê tên şewitandin û birîn. Bi taybetî jî dema vê yekê dikin bi alîkariya noker û cerdevanan dike. Niha vê qirkirina xwe li navçeya Çelê ya Colemêrgê û Xana Axpar ya Çinara Amedê pêk tîne. Dewleta Tirk bi destê cerdevanan daran dibire.
Li Çelê ya Colemêrgê, li herêmên sînor ên ku operasyonên leşkerî lê têne kirin, bi destê cerdevanan dar têne birîn. Darên têne birîn jî li nêzî gundê Biyadir ê li ser rêya Çelê-Colemêrgê têne komkirin û piştre têne firotin. Şêniyên gund diyar dikin ku dar li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê têne birîn.
Li aliyê din ji bo ocaxa xîzê ya li taxa Husikan a ser bi navçeya Xana Axpar a Amedê dar têne birîn û gel li ber vê yekê rabû. Leşkerên Tirk êrîş bir ser gundiyan, gule li derdorê reşandin û gef li wan xwarin. Êrîşa leşkeran bi telefonên destan ji aliyê welatiyan ve hat qeydkirin.