12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li çar navçeyên Amedê tecrîd hat şermezarkirin

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya 153 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li navçeyên Amedê Rezan, Yenîşehîr, Peyas û Sûrê daxuyanî da çapemeniyê.

Nehiştin rojnameger bişopînin

Bi sedan polîs avahiya navçeya HDP’ê ya Yenîşehîrê dorpêç kirin û destûr nedan ku endamên partiyê ji avahiyê derbikevin. Polîsan her wiha derdora AZC Plazayê ya wê li ber daxuyanî bihata dayîn, dorpêç kirin û rojnamegerên hatin ber avahiya HDP’ê ji qadê dûr xistin.

Çalakiya rûniştinê hat lidarxistin

Endam û rêveberên HDP’ê xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê jî daxuyaniyê bidin lê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Girseya ji bo daxuyaniyê hat parkê, di ketina parkê de ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Piştre jî welatiyên xwestin beşdarî girseyê bibin dorpêç kirin. Polîsan bi hinceta daxuyanî wê têkildarî tecrîd û greva birçîbûnê bê dayîn, destûr nedan ku girse daxuyaniyê bide.

Girseyê li ser vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kir û bi vî wayî bal kişand ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê. Girseyê piştî çalakiya rûniştinê, bi çepikan û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” ji qadê veqetiyan.

Avahî hat dorpêçikirin

Li navçeya Sûrê jî, rêxistina HDP’ê xwest li ber Bîrdariya Ahmet Arîf daxuyanî bide, lê ji ew jî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsên ku ketin û derketina avahiya navçeyê asteng kirin, avahî dorpêçkirin. Polîsan da zanîn ku ew ê destûrê nedin ku daxuyanî bê dayîn. Rêveberiyên HDP’ê li ser vê yekê, bertek nîşan dan. 

Şermezeran kirin

Rêxistina HDP’ê di heman demê de xwest li Parka Roboskî ya navçeya Peyasê daxuyanî bide. Polîsan ewil ji bo daxuyaniyê, tenê destûr da 10 kesan, lê dûre dîsa daxuyanî astengkirin. Rêveberên HDP’ê bi bi çepikan, qedexe û astengkirin polîsan şermezar kirin û vegeriya avahiya navçeyê.

AMED