Amedspor û Bodrumsporê duh êvarê li Stada Navçeya Bodrumê ya Muglayê hatin hemberî hev û maç 0-0 bi dawî bû. Beriya maç dest pê bike, alîgirên Bodrumsporê êrişî aligirên Amedsporê kirin. Di êrişê de alîgirek jin û zarokek alîgirê Amedsporê bi êrişê re rû bi rû man. Ev jina alîgir derbê ji serê xwe xwar û birîndar bû.
Her wiha piştî maçê dîsa alîgirên Bodrumsporê êrişî alîgirên Amedsporê û otobusa wan kirin. Otobusa alîgirên Amedsporê derbe xwar û camên wê hatin şikandin. Hin alîgirên Amedsporê bi sivikî birîndar bûn. Alîgiran bertek nîşanî polîsan da û diyar kirin ku polîs mudaxileyî alîgirên Bodrumsporê nekirin e.
