Ji saetên serê sibehê heta niha li beriya Nisêbîn, Qoser yên Mêrdînê û bajarê Hesekê toz û bager heye. Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo bajar hişyariya bi “Koda zer” da û piştî bagerê asîmanê Mêrdînê zer bû. Ji ber toz û ecaza zêde çav çavan nabîne û ezman ser bûye. Li gelek taxan jî ceyran hatin birîn.
Tê payîn ku bagera heyî heta nîvşevê bidome.