Çalakiya girtiyên siyasî ya “Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” didome. Girtiyan di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn û di 4’ê Nîsanê de jî çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin û dest bi boykoktkirina hevdîtinên rû bi rû, yên li ser telefonê û derketina dadgehan kirin. Di demeke ku çalakiya girtiyan didome de xizmên girtiyan jî çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê derbasî qonaxeke nû kirin. Xizmên girtiyan li pêşiya girtîgehên Amed, Êlih, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê dest bi çalakiya “Deng bide azadiyê” kirin.
Amed
Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Kampusê ya Amedê hatin ba hev. Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hiqûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesan jî piştgirî dan çalakiyê.
Xizmên girtiyan beriya daxuyaniyê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Di dema çalakiyê de rojnameger jî hatin astengikrin. Xizmên girtiyan çalakiya xwe bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” didomînin.
Stenbol
Çalakî li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat lidarxistin. Xizmên girtiyan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevberdevkê Bajar ê HDK’ê Alî Bal, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu, Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Mûrat Kalmaz û Gonca Yangoz û Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) Ayhan Yildiz jî tev li bûn.
Di çalakiyê de xizmên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Polîsan destûr nedan girse derbasî pêşiya girtîgehê bibe û dorpêç kirin. Li ser vê yekê girseyê jî di dorpêçê de çalakiya rûniştinê li dar xist. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Maf, hiqûq, edalet”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Girseya ku hatî dorpêçkirin, bi xistina fîrikê dorpêç protesto kir. Polîsan nehiştin rojnameger dîmenan bikişînin û piştre jî nasnameyên kesên di dorpêçê de kotrol kirin. Çalakvanan dorpêç protesto kir û piştre jî ji cihê çalakiyê çû.
Îzmîr
Li Îzmîrê bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE- TUHAYDER) li pêşiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Buca Kiriklarê çalakî hat lidaxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, rêveberiyên bajar û navçeyan, TJA, Dayikên Aştiyê û gelek xizmên girtiyan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Maf, hiqûq, edalet” û “Bila zindan bên hilweşandin ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin.
Ji rêveberên EGE-TUHAYDER’ê Leyla Kaygisiz daxuyanî xwend û got ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye û tu cihê vê di hiqûqê de nîne. Bi domdarî Kaygisiz çalakiya girtiyên siyasî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Li derve jî tevî malbatan ji bo em bibin dengê wan li vir in. Heta hiqûq û edalet pêk tê em ê çalakiya xwe bidomînin. Banga me li tevahiya raya giştî û saziyên civaka sivîl ew e ku piştgiriyê bidin me.”
‘Êdî bes e’
Ji xizmên girtiyan Hanîfe Gumuş jî di çalakiyê de wiha got: “Êdî bes e ji vê zilma we re! Bila êdî ciwan neyên kuştin. Ev heqê tu dewletan nîne. Ma ev zilm dê heta kengî bidome? Ma dê ev şer heta kengî bidome? Êdî vî şerî bidin sekinandin. We li her derê girtîgeh ava kirine, hemû çiya bûne girtîgeh. Ma hûn dê heta kengî girtîgehan ava bikin?”
Piştî axaftinan, beşdaran çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan li dar xistin. Di vê navberê de kesên tev li çalakiyê bûn û xizmên girtiyan bi lêdana fîrikê tecrîd protesto kirin û çalakî bi dawî bû.