Piştgiriya ji bo çalakiyên li dijî cezayê darvekirinê yên her sêşemê li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tên lidarxistin, dewam dike.
Di çarçoveya çalakiyên hefteya 56emîn de parêzvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Evîn a Tehranê ya paytexta Îranê kom bûn û piştgirî dan kampanyaya “Roja sêşemê na ji cezayê darvekirinê re”.
Girtî û aktîvîstên berê yên wek xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergis Mihemedî û gelek kesên din di 18ê Sibatê de beşdarî çalakiyê bûn.
Kom bê navber dirûşmeyên ‘Ji darvekirinê Na’ qîr kirin û pankartên ‘Girtiyên siyasî serbest bên berdan’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Ji bo rakirina cezayê darvekirinê divê em bibin yek’, rakirin.
Koma ku li ber girtîgehê çalakiya xwe li dar xist xwest cezayên darvekirinê yên ji bo Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatine dayîn tavilê bên betalkirin.