Li Qazakıstanê, jineke kurdan a jêhatî, Meyana Hesen Nadirî, platformeke bi navê “Li Benda Te Me” avakiriye. Armanca wê ew e ku bi rêya platforma “Li Benda Te Me” di vê sedsala dawîn de ji ber şer û sirgûniyan malbatên ku hev winda kirine bigihîne hev.
Meyana Hesen Nadirî beşa rojnamegeriyê xwendiye. Mastira xwe li ser karsazî û bazirganiyê kiriye. Pisporê pergalên hesabê CRMê ye û di şirketeke fînansê ya navneteweyî ya Rûsyayê de rêveber e. Şîrketa wan, şêwirmendiya şîrketan dike; şîrketan ava dike, ji danasînê, heya perwerda xebatkaran piştgiriyê dide.
Meyan Xan keça Hesenê Balayê Nadirî û Dîlbera Eliyê Evdilrehmîn e. Pêşiyên wan ji du serhildana sala 1925a ya Şêx Seyîd, neçar mane ji Wanê koç bikin. Ji neçarî warên xwe berdane û berê xwe dane Naxçiwana Sovyetê. Ji wir jî çûne li Ermenıstanê b cih û war bûne. Meyan Xan ji aliyê bavê ve neviya nivîskar û helbestvan û zimanzan Wezîrê Nadirî ye. Wezîrê Nadirî bi heft zimanan zanibû. Doktoraya xwe, li ser Dîwana Melayê Cizîrî kiriye. Berhemên bi navên “Berevok” “Reva Jinê” “Nûbar” “Weten û Hezkirin” “Nado û Gulîzer” û “Zimanname” afirandiye.
Wezîrê Nadirî, di şerê cîhanê yê duyemîn de wek “Lehengê Artêşa Sovyetê” hatiye rûmetdarkirin. Li Tiblîsê fermandariya leşkerî ya navçeya Transkafkasyayê kiriye. Wezîrê Nadirî di salên damezrandina Komara Mahabadê de wek nûnerê Sovyetê li gel Qazî Mihemed cih girtiye û xwestiye ku derfetên Sovyetê bike xizmetê Komara Mahabadê. Lê dema bêbextiya Sovyetê dîtiye, aciz bûye û bertek nîşan daye. Ji ber wê jî, bi bêbextî hatiye kuştin. Kuştina wî nehatiye zelalkirin û cihê gora wî li Rewanê di goristana Tokmax Gyol de nediyar e.
Meyan Xan ji hêla dê ve jî neviya helbestvan û nivîskarê gewre Eliyê Evdilrehman e. Eliyê Evdilrehman şagirt û hevalê Wezîrê Nadirî ye û xwedan gelek berheman e; “Şêr Li Çiya/Şêx Zahir” “Şer Di Çiyan De” “Marof” “Xatê Xanim” “Gundê Mêrxasan” “Gulistan” “Bîranîn û Serhatî” ji çend berhemên wî ne…
Malbata Meyan Xanê, mixabin piştî hilweşandina pergala Sovyetê, di serê salên 1990î de ji ber şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê wek hezaran malbatên kurdan, neçar dimînin ku cihên lê ne biterikînin û cardin bi ser siwaran bikevin. Hin malbat koçî Azerbaycanê, hin malbat koçî Rûsyayê û hin malbat jî koçî Asyaya Navîn dikin. Wan du bav li cihekî çal (gor) nekirine. Wezîre Nadirî li Ermenistanê, Eliyê Evdilrehman li Azerbaycanê, Hesenê Bala li Qazaxistanê spartine axa sar.
Li gorî gotina Meyan Xanê “Platforma Li Benda Te Me” ji ber vê qedera kambax hatiye avakirin. Li seranserî cîhanê 60 milyon kurd dijîn. Lê mixabin ji ber şer, ferman û sirgûnan welat li pişt xwe hiştine û li seranserî cîhanê belav bûne û windahî çêbûne. Dê û bav, xwişk û birayan hev windakirine.” Meyan Xan xemxwerê vî derdî ye. Ji ber vê yekê biryar dide ku windahiyan bigihîne malbatên wan.
Meyan Xan qasî du salan bi dost û nasan re derbarê vê projeyê de axiviye û bi wan şêwiriye. Piştre bi tena serê xwe, hemû daçûnên platformê ji av û nanê xwe biriye û platforma “Li Benda Te Me” avakiriye.
Platform, li ser malpera https://benda-te-me.com di weşanê de ye. Li ser hemû torên civakî jî malperên platformê hene. Kesên ku ji malbata wan windahî hene, dikarin li ser hemû torên civakî xwe bigihînin malpêra platforma “Li Benda Te Me” agahiyên ji wan tên xwestin; dixwazin bi nivîskî, dixwazin bi deng, dixwazin jî bi dîmen bar bikin û ji gotina xwedê re çi dibêjin dibe ku bi sed salî şûnde nebî û nebîçirkên xwişk û birayan bigihên hev.