Îsal kurdan û dostên wan cejna Newrozê di bin dirûşmeya “NEWROZA AZADIYÊ” de pêşwazî kir. Di bin vê dirûşmê de li seranserê Kurdistanê û derveyî welat bi milyonan kes beşdarî cejna Newrozê bûn. Gerîlayên azadiyê jî bi mizgîniyekê wateya cejna Newrozê mezintir kirin. Piştî demek dirêj gelê kurd di vê astê de agirê Newrozê geş kir. Coşa gel û peymanên ji qadên Newrozê dihatin dayîn xwedî girîngiyek mezin bûn. Dewleta tirk a faşîst û qirker ji bo vê coşa gel krîmînalîze bike li qada Ewropayê dîsa kete nava kiryarên qirêj.
Roj 24’ê adarê, li bajarê Leuvenê yê Belçîkayê jî mîna her qadên Ewropayê bi beşdariya hezaran kesî kurdan û dostên wan bi awayekî aştiyane û demokratîk, cejna xwe ya Newrozê bi şahiyekê pîroz kirin. Lê nijadperestên tirk, dema malbateke kurd a efrînî ji pîrozbahiyê vedigeriya li bajaroka Heusdeen Zolderê êrîş kirin. Xwestin bi dehan kurdên zarok, jin û ixtiyar jî di nava wan de li nava xaniyekî bişewitînin.
Alîkarê şaredarê Heusden Zolderê yê berê nijadperestê bi navê Yasin Gul di televîzyonên tirk de îtîraf kiribû ku ev êrîşa li dijî kurdan organîzekirî ye. Lê tişta balkêş ew e ku beriya vê êrîşê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan 21’ê Adarê li paytexta Belçîka Brukselê bû. Fîdan ê AKP-MHP’yî bi rayedarên gelek dewlet û Yekitiya Ewropayê re hevdîtin kirin. Lê hevdîtina ku balê dikişîne ser xwe hevdîna bi tirkên Belçîkayê re bû.
Serkonsolosê tirk ê bajarê Antwerpenê yê Belçîkayê Batu Kesmen û gelek kesên ku mîna faşîstên tirk tên naskirin beşdarî vê civînê bûn. Yasin Gul ê ku digot “êrîşa li dijî malbata efrînî min organîze kiriye” jî beşdarî civînê bûye û di rafên pêş de cihê xwe girtiye. Bi van detayan piştrast dibe ku li pişt vê êrîşa li dijî kurdan û hewldana qetilkirina wan desthilata faşîst a AKP–MHP’ê heye. Balkêşe ku piştî van hevdîtinên Hakan Fîdan nijadperestên tirk li Belçîkayê êrîşî kurdan kirin. Bi vê yekê hewl dan têkoşîna kurdan li Belçîka û Ewropayê krîmînalîze bikin. Lê kurdan bi awayekî rêxistinkirî bersiv dan êrîşan. Ji ber ku şeva êrîş pêk hat, kurdan di cih de berê xwe dan bajaroka êrîş lê pêk hatibû. Piştre polîsên belçîkî nû ketin nava tevgerê û malbata kurd ji wê malê derxistin.
Hem li Brukselê hem jî li seranserî Ewropayê bi deh hezaran kurd daketin qadan, hem êrîş protesto kirin hem jî bang li dewletên Ewropayê kirin ku li dijî kurdan hevkariyê bi dewleta tirk a dagirker re nekin.
Bi van êrîşan re pirseke din tê bîra mirov. Çima Belçîka? Divê em vê bizanibin, li Belçîkayê hêjmara tirkan ji ya kurdan zêdetir e. Tirkên li Belçîkayê li gorî welatên din ên Ewropayê hîn bêhtir faşîst û nijadperest in. Yanî ji bo provakasyonek bi vî rengî qadek guncaw e. Ya duyem jî li Belçîkayê dixwazin zexta li ser sazî û rêxistinên kurd zêde bikin. Ji ber ku di nava welatên Ewropayê de herî zêde Belçîka bi awayekî pozîtîf nêzî kurdan dibe lewma hewil didin ku bi rêyên cûda di çavê civaka vî welatî de kurdan reş bikin. Lê ne tenê li Belçîkayê li seranserê Ewropayê kurd û dostên wan li dijî van êrîşên faşîst û nijadperestên tirk li qadan bûn. Di vê astê de xwedîderketina li malbata kurd hişt ku faşîzma dewleta tirk di vê plana xwe ya reşkirinê de bi ser nekeve. Jixwe ragihandina Ewropayê jî vê mijarê weke provokasyona faşîstên tirk pênase dikin û dinirxînin.
Hemû kesên ku ev êrîş ji nêz ve şopandiye û bûn şahidê êrîşên faşîstên dewleta tirk, dîtin ku ev êrîş ji navendekê ve tên koordînekirin. Dewleta tirk bi destê hin kesên ku li navêndên stratejîk bi cih kiriye hewil dide provokasyonan derxe. Lê, ji ber ku kurd li Belçîkayê bi awayekî maqûl tevgeriyan hiştin ku ev stratejiya dewleta tirk têk biçe.
Bi vê êrîşê re careke din aşkere bû ku civaka kurd yek ji civakê herî birêxistinkirî ye. Di demek kurt de dikare xwe birêxistin bike û dakeve qadan. Hêza wê ya civakî û rêxistinê li ser bûyeran xwedî bandorek xurt e. Ji ber civakek siyasî û têgihêştiye zû bi zû nayê provokasyonan û dernakeve derveyî rojava xwe. Lê ev nayê wateya ku wê li hemberî neheqiyê jî bêdeng bimînin. Weke di vê mijarê de derket holê li himberî her cûre neheqî û êrîşî li ku derê welatê Ewropayê dibe bila bibe dadikeve qadan û xwedî li hebûna xwe derdikeve.
Pir aşkereye ku di vê bûyerê de jî kurd û dostên wan li himberî neheqî û zordariya tirkên faşîst bûne xwedî helwest û ji bo parastina malbata ku êrîş lê hatiye kirin ketine nava liv û tevgerê. Ev hereketek pir bi wate û bi qîmete. Lê aliyên tirk bi taybet deshilata faşîst û qirker a AMP/MHP’ê ji roja ewil ve ji bo vê mijarê berovajî bike di nava hewildanên reşkirinê deye. Di asta herî jor de têkîliyên dîplomatîk dixin dewrê û dixwazin bûyerê berovajî bikin.
Bi vê êrîşa ku ji aliyê vê desthilata qirêj ve hatiye plankirin û pêkanîn dixwazin zexta li ser kurdan zêdetir bikin. Şefê rejîma faşîst Erdogan bi xwe derdikeve bi kesên ku qaşo rastî êrişê hatine re diaxive û banga mezinkirina şer dike. Ev banga faşîzmê ye. Li nava axa welatekî din bi çi heqî dikare ji bo berjewendiyên desthilata xwe banga şer û pêşxistina faşîzmê bike.
Bêdengiya welatên Ewropayê ya li dijî van kiryarên dewleta tirk dihêle ku ev êriş dewam bikin. Tevî banga aramiyê ya sazî û rêxistinên kurd jî desthilata faşîst a AKP/MHP’ê ji roja ewil ve dixwaze şerê di nav gel de mezin bike û jê sûd bigire. Ev bi tu awayî ne eqleqiye û ne jî li gorî pîvanên civakê ye. Ev jî carekedin aşkere dike ku dewleta tirk çendî di warê exleqî û siyasî de têk çûye.